Xizmên windayan li 3 bajaran çalakî lidar xistin
Xizmên windayan û çalakvanên mafên mirovan vê hefteyê jî li Îzmîr, Êlih û Colemêrgê hatin ba hev.
Xizmên windayan û çalakvanên mafên mirovan vê hefteyê jî li Îzmîr, Êlih û Colemêrgê hatin ba hev.
ÊLIH: Çalakiya li Êlihê di hefteya 736’an de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Cadeya Gulistan dewam kir. Di çalakiya vê hefteyê de, eqûbeta Zekî Diril û pismamê wî Îlyas Diril, ku di 2’yê Gulana 1994’an de dema diçûn Mehrî, gundê Kildanî yê Şirnexê, hatin binçavkirin û ji wê demê ve agahî ji wan nehat girtin, hate pirsîn.
COLEMÊRG: Şaxa ÎHD’ê ya Colemêrgê di hefteya 226’an de li Kolana Hunerê ya navçeya Geverê daxuyanî da. Di çalakiya vê heftê de ji bo Sertîp Şen ku di 2’yê Gulana 2019’an de di encama gulebarana li baregeha Geverê de şehîd bibû, edalet hat xwestin. Di çalakiyê de wêneyên kesên winda hatin hildan.
ÎZMÎR: Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê jî, çalakiya rûniştinê ya du hefte carekê bi daxwaza "Bila winda werin dîtin, faîl werin darizandin" li ber Sumerbanka Kevin a Konakê domand.