ROJANE
Hemû Nûçe
-
'Yadê Ûveyş ti carî serî li hember zilmê netewand'
Gazî Zarîn Kobanê diyar kir ku Yadê Ûveyş weke jineke kedkar û fedakar ti carî serî li hember zilmê netewand. -
Demîr Çelîk: JES a li Gimgimê wê bibe sedema erdhej û qirkirina çandî
Siyasetmedar Demîr Çelîk ragihand ku projeya JES'ê ya li Gimgimê tê wateya qirkirina ekolojîk, civakî û çandî û got, "Li herêma ku xetên fayê lê digihêjin hev, sondaj wê bibe sedema erdhejê. Ax wê bi jehrê bikeve, av gemarî bibe û qadên jiyanê tine bibe." -
'Meseleya Kurd bi nêzîkatiyên rojane çareser nabe'
Akademîsyen û wekîlê berê yê HDP'ê Ahmet Yildirim işaert bi aliyê dîrokî yê pêvajoya li Tirkiyeyê kir û got, nirxandina pirsgirêkê li ser bûyerên rojane, çareseriyeke mayinde zehmet dike. -
ROJEVA 10'Ê NÎSANA 2026'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Çelîk ê ku berdana wî hatibû taloqkirin, hat berdan
Abdullah Çelîk ê ku piştî 30 salan ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa T ya Aksarayê hat berdan, bi kulîlkan hat pêşwazîkirin. -
Yên ku 30 û 33 sal şûn da hatin berdan: Berxwedan jiyan e
Ramazan Kıran ê ku 33 salan û Mehmet Nuri Tiryaki yê ku 30 salan di girtîgehên Yozgatê de girtî bûn, tevî ku berdana wan berê hatibû astengkirin jî, serbest hatin berdan. -
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Piştî destpêkirina agirbesta di navbera Îran, DYA û Îsraîlê de, li Îranê pêla binçavkirin û girtinan dest pê kir. Di du rojên dawî de 114 welatî hatin binçavkirin. -
Projeya JES'ê ya bandorê li gundên Gimgimê bike çû ber destê dadgeriyê
Li dijî projeya Santrala Enerjiyê ya Jeotermal (JES) ku wê bandora neyînî li jiyana xwezayî û gundên li navçeya Gimgim a Mûşê bike, pêvajoya dadgeriyê hate destpêkirin. -
Li Îzmîrê ji bo meşa Gemlîkê bang hat kirin
Meclîsa Jinan a DEM Partiyê û TJA’yê li Îzmîrê, ragihandin ku ewê beşdarî meşa ku dê di 19’ê Nîsanê de li Gemlikê were lidar xistin bibin. -
Şaredarê berê yê Pirsûsê Ercan hate veşartin
Cenazeyê şaredarê berê yê Pirsûsê Nahsan Ercan hate veşartin. -
Omer Farûk Halakû bû Berpirsê Îdarî yê Meclîsê yê DEM Partiyê
Di encama hilbijartina li DEM Partiyê hat kirin de, Parlamenterê Çewlîgê Omer Farûk Halakû weke Berpirsê Îdarî yê Meclîsê yê nû hat diyarkirin. Parlamenterên partiyê di civînê de hem rojeva siyasî ya navxweyî û hem jî geşedanên li herêmê nirxandin. -
Di meha Adarê de 148 karker jiyana xwe ji dest dan
Li gorî rapora meha Adarê ku ji hêla Meclîsa ÎSÎG’ê ve hatiye weşandin, herî kêm 148 karker di encama ‘kuştina li kar’ de jiyana xwe ji dest dane. -
Ji DEM Partiyê banga ji bo 1'ê Gulanê: Taksîmê li karker û kedkaran vekin
Komîsyona Kedê ya DEM Partiyê ragihand ku 1'ê Gulanê wê daxwazên karkeran li qadan bînin ziman. Partiyê bal kişand ser krîza aborî, polîtîkayên şer û xizaniyê û xwest, Qada Taksîmê ji pîrozbahiyan re bê vekirin. -
Şaredarê Bornovayê Omer Eşkî hate binçavkirin
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê de ya li hemberî Şaredariya Bornovayê, Şaredarê Bornovayê Omer Eşkî hate binçavkirin. -
Yuksekbag ê piştî 33 salan hate berdan li Sêrtê bi girseyî hate pêşwazîkirin
Abdulmecît Yuksekbag ê sala 1993'an piştî hate binçavkirin cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê lê hate birîn, piştî 33 salan hate berdan. -
Serokê CHP'ê yê Enqereyê Erkol hate binçavkirin
Serokê Rêxistina Bajarê Enqereyê yê CHP'ê Umît Erkol di serdegirtina mala xwe de hate binçavkirin. -
Onderoglû: Li Tirkiyeyê paşeroja rojnamevaniyê di talûkeyê de ye!
Nûnerê Tirkiyeyê yê Rojnamevanên Sînornenas Erol Onderoglû diyar kir ku li Tirkiyeyê paşeroja rojnamevaniyê di talûkeyê de ye û got: ‘’Hewl tê dayîn ku rojnamevanî veguhere karekî weke têkiliya bi gel re, divê ji vê yekê re destûr neyê dayîn.’’ -
Ozturk ê ku piştî 32 sal hat berdan: Ji bilî aştiyê em tiştek din naxwazin
Serhat Ozturk ê ku 32 salan li girtîgehan hat ragirtin û herî dawiyê li Girtîgeha Boluyê hat berdan got, “Ji bilî aştiyê em tiştek din naxwazin.” -
Teorisyen Andersson: Tez a jiyana bi hev re ya Ocalan bersiva herî xurt a li krîzên heyî ye
Teorisyen Andersson anî ziman ku polîtîkayên emperyalîstan êrişeke hişk û eşkere ya li dijî gel e û got, "Pênaseya welatîbûnê û tez a jiyana bi hev re ya Ocalan şoreşeke kopernîkparêz a ji bo veguherîna cîhanê ye." -
ROJEVA 9'Ê NÎSANA 2026'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Yuksekbag û Amûtgan piştî girtina zêdeyî 30 salan hatin berdan
Abdulmecît Yuksekbag piştî 33 salan û Mustafa Amûtgan jî piştî 32 salan ji girtîgehê derketin. Yuksekbag got: "Ji bo aştiyê çi ji destê me bê em ê bikin." -
TJA'yê ji bo Meşa Gemlîkê banga tevlîbûnê kir
Tevgera Jinên Azad (TJA) Marmarayê ji bo meşa 19'ê Nîsanê ya li navçeya Gemlîk a Bûrsayê banga tevlîbûnê kir. -
Sendîkayan bernameya 1’ê Gulanê eşkere kir
Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzu Çerkezoglu ragihand ku wan ji bo Taksîmê serî li walîtiyê daye û li benda bersivê ne. -
Li Kirşehîrê binpêkirinên kêfî yên li dijî mafên girtiyan
Girtî Îsmaîl Tuzun bi nameyekê bal kişand ser mercên hucreyê, astengiya li pêşiya dermankirinê û lêgerînên zêde. -
Ji ber êrişa li ber Konsolosxaneya Îsraîlê 10 kes hatin binçavkirin
Ji ber êrîşa çekdarî ya li Beşîktaş a Stenbolê, li Stenbol û Kocaeliyê bi ser malan de hate girtin û 5 kesên din jî hatin binçavkirin.