Ozel ji navenda giştî ya CHP’ê derket: ‘CHP êdî li kolanan e’

Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel, piştî mudaxeleya polîsan ji Navenda Giştî ya CHP’ê derket û bi endamên partiyê re ber bi meclîsê ve meşiya. Ozel got, Partiya Gel a Komarê (CHP) ji niha û pê ve li rêyan e, li kolanan e, li qadan e

Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel, piştî biryara “bêhukmiya teqez” û mudaxeleya polîsan, ji Navenda Giştî ya CHP’ê veqetiya û tevî girêdayiyên partiyê ber bi meclîsê ve dest bi meşê kir. Ozel li ber avahiya partiyê daxuyaniyek da, bûyer bi tundî rexne kirin û got: Em tiştê ku li CHP’ê tê dikin. Her kes tiştê ku li xwe tê dike.”

Ozel diyar kir ku CHP dê meşa xwe ya ber bi desthilatê ve bidomîne û destnîşan kir ku mudaxeleya li hemberî partiyê nayê qebûlkirin. Ozel anî ziman ku tê xwestin CHP “were teslîmgirtin” û wiha got: “Têkçûn li me nayê, teslîmbûn li me nayê.”

Ozel nerazîbûn nîşanî mudaxeleya polîsan a li ser avahiya partiyê da û ev îfade bikar anîn: Heyf ji bo wan kesên ku bi polîsan dikevin navenda partiyê û gazê li ewladên partiyê didin re be.

Ozel destnîşan kir ku CHP dê ji niha û pê ve têkoşîna xwe li kolan û qadan bimeşîne û wiha axivî: Partiya Gel a Komarê ji niha û pê ve li rêyan e, li kolanan e, li qadan e û ber bi desthilatê ve dimeşe.

Piştî axaftinê, Ozel û koma CHP’î ya pê re ber bi meclîsê ve dest bi meşê kirin.