Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Êrîş nayên qebûlkirin

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê, têkildarê êrîşên polîsan ên li dijî CHP’ê daxuyanî dan û gotin, “Bi zorê, şikandina deriyan û gazê re pirsgirêkek siyasî çareser nabe. Ev rewş nayê qebûlkirin.”

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan, derbarê bûyerên li Navenda Giştî ya CHP’ê de daxuyaniyek weşandin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Meşa ku vê sibehê ber bi Navenda Giştî ya Partiya Gel a Komarê ve hat kirin û dîmenên piştî wê derketin holê, nîşaneya birîndarkirina îradeya demokratîk û rewabûna sazûmaniyê ye. Li gorî me ev rewş ji aliyê demokrasî û hiqûqê ve nayê qebûlkirin. Di pergalên demokratîk de avahiyên partiyan ne cihên hêza fîzîkî ya qebe ne, lê cihên muzakere û lihevhatinê ne. Divê krîzeke siyasî ne bi mudaxileya polîsan, lê bi diyalogê bê çareserkirin. Bi zorê, bi şikandina deriyan û bi gaza îsotê pirsgirêkek siyasî nayê çareserkirin. Ev rewş nayê qebûlkirin."

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku CHP'ê bi tecrûbeya xwe ya sed salî û şiyana xwe ya sazûmaniyê xwedî wê hêzê ye ku ji vê krîzê derkeve û ev tişt hate destnîşankirin: "Em li bende ne ku alî di vê pêvajoyê de rêgeza rewabûna hiqûqî û siyaseta demokratîk bikin xeta xwe ya sereke. Em hem bi israr in hem jî amade ne ku di vê pêvajoyê de her cûre berpirsiyariyê li xwe bigirin.

Divê em vê yekê bi eşkerayî bînin ziman; Partiya Gel a Komarê, navendeke girîng a hevsengiya siyasî û demokratîk a vî welatî ye. Her aloziyekî ku di nav partiya mûxalefeta sereke de çêbibe, rasterast bandorê li pergala siyasî ya Tirkiyeyê dike. Li gorî fikra me divê hemû aktorên siyasî hay ji vê rastiyê hebin.

Ji bo xwedîderketina li paşeroja 86 mîlyon mirovan, divê hemû aktorên siyasî xwedî li îradeya demokratîk, muzakereyê û kevneşopiya siyaseta birûmet derkevin."