Polîsan êrîşê xwendekaran kir, berxwedan berfireh dibe
Polîsan bi gaza îsotê êrîşî çalakiya rûniştinê ya xwendekarên Zanîngeha Bîlgî ya girtî kir. Berxwedana xwendekaran berdewam dike.
Polîsan bi gaza îsotê êrîşî çalakiya rûniştinê ya xwendekarên Zanîngeha Bîlgî ya girtî kir. Berxwedana xwendekaran berdewam dike.
Di 22’yê Gulanê de bi biryara Serokkomar Erdogan Zanîngeha Bîlgiyê hate girtin. Bi ragihandina biryarê re xwendekarên zanîngehê dest bi çalakiyan kirin. Di roja 3’yemîn de xwendekarên çalakiyê li dar dixin ji hêla polîsan ve hatin dorpêçkirin.
Xwendekarên di bin dorpêçê de bi dirûşma “Bi berxwedanê em ê serbikevin” berz dikin. Xwendekar hewl dan dorpêça polîsan bişkînin. Li hember vê polîsan gaza îsotê avêtin, xwendekaran derb kirin û gelek ji wan binçavkirin.
Hem berxwedana xwendekaran û hem jî dorpêçkirina polîsan didome.