Ozel û Îmamoglu: Wê nekaribin têkoşîna me teslîm bigirin

Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel, diyar kir ku li dijî partiyê ‘êrîşek’ heye û got ew ê heta dawiyê têkoşîna xwe bidomîne. Serokê ÎBB’ê yê girtî Ekrem Îmamoglu jî biryara ‘bêhukmiya teqez’ jî weke ‘derbeya qesrê’ binav kir.

Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel, diyar kir ku destwerdaneke siyasî û dadwerî li dijî partiyê heye. Ozel, anî ziman ku serkeftina hilbijartinê ya CHP’ê tê hedefgirtin û got, "Di navbera AK Partî û dadweriyê de tifaqek heye."

Ozel, behsa destwerdana polîsan a li ser Navenda Giştî ya CHP’ê jî kir û got ku ew ê ji avahiyê dernekevin û dê têkoşînê bidomînin. Ozel, her wiha bang li welatiyan kir ku piştgiriyê bidin CHP’ê.

Şaredarê Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu, jî biryara ‘bêhukmiya teqez a li hember kongreya partiyê wekî "derbeya qesrê" bi nav kir.

Îmamoglu, piştgiriya xwe ji bo Ozgur Ozel anî ziman û banga parastina demokrasî û îradeya neteweyî kir.