ROJANE
Hemû Nûçe
-
Ji ber êrîşa li ber Balyozxaneya Îsraîlê: 9 kes hatin girtin
Di lêpirsîna têkildarî êrîşa li ser Balyozxaneya Îsraîlê ya li Beşîktaş a Stenbolê de, 9 kes hatin girtin. -
KNK’ê hilbijartina Muhammed Seîd Amêdî ya ji bo serokkomariya Iraqê pîroz kir
Konseya Rêveber a KNK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî hilbijartina Nizar Muhammed Seîd Amêdî (Nizar Amêdî) ya ji bo serokkomariya Iraqê pîroz kir. -
'Ji bo Meşa Gemlîkê em li Stenbolê karekî berfireh dikin'
Hevseroka navçeya Şîşlî ya Stenbolê ya DEM Partiyê Zîlan Ozturk got, meşa 19'ê Nîsanê wê bandorê pêvajoyê bike. -
'Berdana bi demkurtî çareserî nîne, taloqkirina înfazê divê mayinde be'
Girtiyê bi nexweşiya giran Mehmet Emîn Çam bi taloqkirina 6 mehan a înfaza ceza re hate berdan. Ahmet Şîray anî ziman ku cidiyeta rewşa tenduristiyê ya Çam dewam dike û got, "Berdana demkurt çareserî nîne, divê înfaz bi rengekî mayinde bê taloqkirin. -
ROJEVA 12'Ê NÎSANA 2026'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Zeynep Cansiz hate entubekirin
Zeynep Cansiz, dayîka Sakîne Cansiz a ji qadroyên avaker ên PKK’ê, ya ku li beşa lênihêrîna dijwar a Nexweşxaneya Bajar a Îzmîrê dihat dermankirin, hate entubekirin. -
Namzetê YNK’ê Nizar Amêdî bû Serokomarê Iraqê yê nû
Namzetê YNK’ê Nizar Amêdî di tura duyemîn de piraniya dengan wergirt û bû Serokomarê Iraqê yê nû. -
‘Girtiyên siyasî divê tavile werin berdan’
Têkildarî rewşa girtiyên nexweş li Stenbol, Enqere û Edeneyê çalakî hatin lidarxistin û di çalakiyan de hat destnîşankirin ku tehliyeya girtiyên nexweş ne pêwîstiya hiqûqê ye. -
Xizmên windayan daxwaza edaletê kirin
Xizmên windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li 5 bajaran bi daxwaza ‘Bila winda bên dîtin û kujer werin darizandin’ çalakiya xwe lidar xistin. -
Rêxistinên hiqûq û tenduristiyê: Divê demildest tecrîda li girtîgehan bi dawî bibe
Di banga hevpar a TTB, SES, TÎHV, ÇHD, ÎHD û OHD’ê de hate gotin, divê tecrîda li girtîgehan bi dawî bibe. -
Dayikên Şemiyê aqûbeta Nezîr Acar pirsîn
Dayikên Şemiyê aqûbeta Nezîr acar pirsîn ku beriya 34 salan piştî hat binçavkirin êdî agahî jê nehat wergirtin. -
Tulay Hatîmogûllari: Civak li benda derxistina qanûnan e
Tulay Hatîmogûllari: Di mijara aştiyê de yê herî zelal em in, di mijara aştiyê de ji me zelaltir tu partî tune. Me ji bo aştiyê gelek berdêl dan û em didin. -
Botan: Pêvajo ne mijûlkirin, gavên şênber dixwaze
Lezgîn Botan pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk" nirxand û diyar kir ku dewlet pêvajoyê ji demê re dihêle û serî li taktîka mijûlkirinê dide. Botan anî ziman ku çareserî tenê bi gavên şênber û bingehîn mimkun e. -
'Avabûna Partiya Ciwanên Êzidî serkeftineke mezin e’
Beşdarên kongreya Partiya Ciwanên Êzidî diyar kirin ku pir girîng e ku ciwanên Êzidî bibin xwedî biryara xwe ya siyasî û gotin: “Avabûna partiyeke siyasî ji aliyê keç û xortên Êzidî ve, bi serê xwe serkeftineke mezin e ji bo hemû Êzidiyan." -
Bayhan: Ne rast e ku em bêjin çîna karker a Tirkiyeyê ji bo têkoşîna aştiyê amade ye
Parlamenterê EMEP’ê Îskender Bayhan got: “Divê em qebûl bikin ku ji bo rizgarkirina çîna karker a Tirkiyeyê ji tariya kûr a şovenîzm û nijadperestiyê, hîn ne di asteke pir pêşketî û bi hêz de ne, da ku em gavên hîn mezintir bavêjin.” -
'Divê gavên pratîk zêdetir neyên derengxistin'
Parlamenterê DEM Partiyê Zulkuf Uçar ku tabloya kaosê ya ji ber lêgerînên hegemonîk li Rojhilata Navîn derketî holê dinirxîne, destnîşan kir ku tenê rêya xelasiya ji pencê şerê herêmî, perspektîfa çareseriya demokratîk a Rêber Apo ye. -
Çaglar Demîrel: Heta ku dewlet gavên şênber neavêje, nikare baweriyê di nav civakê de çêbike
Siyasetmedar Çaglar Demîrel got ku her çiqasî aliyê Kurd derbarê pêvajoyê de gav avêtine jî, dewletê hîn gavên şênber û pêbawer neavêtiye û anî ziman ku ji bo pêşvebirina pêvajoyê bêyî dereng bimîne divê gavên qanûnî û pratîkî bên avêtin. -
ROJEVA 11’Ê NÎSANA 2026’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê. -
29'emîn Xelatên Rojnamevaniyê yên Metîn Goktepe hatin dayîn
Di merasîma xelatê ku ji bo bîranîna Metîn Goktepe û rojnamevanên din ên hatine qetilkirin hate lidarxistin, di gelek kategoriyan de xelat ji bo rojnamevanan hate dayîn. -
Binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Îzmîrê hatin şermezarkirin
Şaxên Îzmîrê yên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê, Komeleya Hiqûqnasên Hemdem û Komeleya Mafên Mirovan ji bo bal bikêşin ser binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Îzmîrê li ber girtîgehê daxuyanî dan. -
Ji kampanya navneteweyî banga ji bo 'mafê hêviyê': Bikevin nava tevgerê
Di daxuyaniya beriya civîna Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê de hate xwestin, ku biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bêneb icihanîn û "mafê hêviyê" ji bo Rêber Apo bê naskirin. -
Di meha 126’an de bîranîna Komkujiya Gar a Enqereyê
Di meha 126’an a Komkujiya Gar a li Enqereyê de qurbaniyên komkujiyê hatin bîranîn. -
Halîde Turkoglû: Em ê nehêlin ku hêviya aştiyê bê têkbirin
Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû anî ziman ku bi banga Rêber Apo re hêviya aştiyê li nava gelan û jinan mezin bûye û got, wê nehêle ku ev hêvî bê şikandin. -
Ji Oktay Kelebek re yê di greva birçîbûnê de ye şekir nayê dayin
Derket holê ku ji Oktay Kelebek re şekir nayê dayîn ku li dijî binpêkirina îdareya Girtîgeha Hejmar 6 a Tîpa T a Marmarayê a têkildarî biryara binpêkirinê a AYM’ê ya çavdêrîkirina gîrtîgehan a bi kamerayan di greva birçîbûnê de ye. -
Hasan Kiliç: Ji bo pêvajoya aştiyê dema ‘bendê bimîne û bibîne’ qediya
Hasan Kiliç bandora agirbesta Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) û Îran a li ser Tirkiyeyê nirxand û destnîşan kir ku desthilatdarî divê ne li gorî hilbijartinê, li gorî veguherîna li herêmê gavên guncaw bavêje.