Mehmet Polat hate berdan
Mehmet Polat ku li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Hejmara 1'emîn a li Amedê dihate ragirtin, piştî 30 salên li girtîgehê hate berdan. Polat li ber girtîgehê bi dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" hate pêşwazîkirin.

Mehmet Polat ku piştî 30 salan ji Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 1'ê ya Amedê hate berdan ji aliye malbat, hezkiriyên xwe, endamên TUAY-DER a Amedê û MED TUHAD-FED'ê ve bi tilîlî, çepik û dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hate pêşwazîkirin. Mehmet Polat kesên ku ew pêşwazî kirin yek bi yek hembêz kir û dû re kevok firandin. Mehmet Polat ku li ber deriyê girtîgehê axaftineke kurt kir, wiha got: “Her çiqas derketin cihê keyfxweşiyê be jî me gelek hevalên xwe li pey xwe hiştin. Heval ji pêvajoya heyî bi hêvî ne. Dixwazin derkevin û hêzê bidin pêvajoyê. Pêvajo kar û barên giran têxe ser milê me tevan. Hevalan hemûyan pir silav dikirin. Hêviya me ew e ku em bi gelê xwe re rojên xweş û baş bijîn.”
Piştî axaftina Mehmet Polat girseyê li çepikan da, lîland û dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berz kir.