ROJEVA 26'Ê GULANA 2026'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê bêne şopandin.

Endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan Dûran Kalkan got, heta ku bi Îmraliyê re têkilî û danûstandineke bi rêk û pêk û zelal neyê danîn, pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk nikare bi çêkerî bimeşe.

Rojnamevan Esra Çîftçî bal kişand ser operasyonên li dijî CHP'ê û got, "CHP dema ku bi hev ket, ji bo desthilatdariyê qadeke bêhempa vedibe: Bêalternatîfî. Ev yek projeyeke endezyariyê ya kûr e ku ji serketina di hilbijartinê de jî kûrtir e."

Ayşe Acar Başaran diyar kir ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê biryara mafê hêviyê bi zexta civakî girtiye û got, "Ji bo bicihanîna mafê hêviyê, misogerkirina statuya muzakerevanê sereke ya Abdullah Ocalan û vekirina rêyên vê yekê divê têkoşîn bê meşandin."

Bêrîvan Îsmaîl rexne li hilbijartinên parlementoyê yên li bajarê Kobanê kir û diyar kir ku kesên hatine hilbijartin îradeya gelê Kurd temsîl nakin. Bêrîvan Îsmaîl, destnîşan kir ku di hilbijartinan de jin û gel hatine paşguhkirin.

Li Kobanê amadekarî ji cejna Qurbanê re tê kirin. Lê belê dorpêçê bandor li bazara herêmê kiriye.