Li Îzmîrê li dijî şaredariya CHP’ê operasyon: Herî kêm 5 kes hatin binçavkirin

Li Îzmîrê di çarçoveya lêpirsîna têkildarê Şaredariya Guzelbahçeyê ya girêdayî CHP’ê de, tevî hevşaredar gelek kes hatin binçavkirin.

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê de serê sibê li dijî Şaredariya Guzelbahçeyê ya CHP’ê operasyon hat lidarxistin. 

Di operasyona ku ji aliyê ekîbên cendirmeyan ve hat birêvebirin de şaredar Mustafa Gunay û rêveberê plansaziya bajar ê şaredariyê jî di nav de herî kêm 5 kes hatin binçavkirin. Hat ragihandin ku kesên hatine binçavkirin birin Fermandariya Cendirmeyan a Îzmîrê.

Hat hînbûn ku di nav kesên hatine binçavkirin de Şaredarê berê yê Guzelbahçeyê Mustafa Înce jî heye.