ROJANE
Hemû Nûçe
-
Civaknas Ezgî Sila Demîr: Êrişên li dibistanan nîşaneya tundiya civakî ye
Civaknas Ezgî Sila Demîr diyar kir ku êrişên dibistanan ên li Sêwereg û Mereşê bûyerên şexsî nînin, divê weke bandora tundiya çand û avaniyê ya li ser zarokan bê dîtin. -
FEDA û DAKB: Her komkujiya hatî jibîrkirin, rê li ber yên nû vedike
Di daxuyaniya FEDA û DAKB’ê de qurbaniyên Komkujiya Meletî hatin bîranîn û wiha hate gotin, “Her komkujiya hatî jibîrkirin, rê li ber yên nû vedike. Her sûcê bêceza tê hiştin, zilmê mezin dike û bêedaletiyê kûr dike.” -
Rastiya tundiya li dibistanan û berpirsiyariya desthilatdariyê
Êrîşên li ser dibistanên Riha û Mereşê yên ku ji aliyê sûcdarên di temenê zarokatî de hatine kirin, careke din rizandina pergala perwerdehiyê û valahiya kûr a di polîtîkayên parastina zarokan a desthilatê de raxist ber çavan. -
Lorena Lopez de Lacalle: Ocalan ji bo me çavkaniya sûdwergirtinê ye, divê azad bibe
Seroka EFA'yê Lopez de Lacalle got, fikrên Rêber Apo ji bo wan bûye çavkaniya sûdwergirtinê û destnîşan kir ku gelekî girîng e, Rêber Apo azad bibe û weke muzakerevanê sereke bê qebûlkirin. -
ROJEVA 19'Ê NÎSANA 2026'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Lêpirsîna Gulistan Doku: 10 kiryar hatin girtin, 3 kes hatin berdan.
Di çarçoveya lêpirsîna Gulîstan Doku de ji 13 kiryarên ku hatibûn binçavkirin, 10 kes hatin girtin û 3 kes jî bi biryara kontrola dadî hatin berdan. -
DYA xwe amade dike dest deyne ser keştiyên bi Îranê re têkildar
Dema tê îdiakirin ku DYA di rojên pêş de plan dike dest deyne ser tankerên petrolê û keştiyên bazirganî yên bi Îranê re têkildar, êrîşên li Tengava Hurmuzê û daxuyaniyên dualî rageşiyê mezin dikin. -
Êrîşên li ser Kurdistanê li Kanadayê hatin şermezarkirin
Civaka Kurd a li Kanadayê, bi çalakiya ku li Torontoyê li dar xist bertek nîşanî êrîşên li ser Kurdistanê da; her wiha bangawaziyên ji bo çalakiya ku dê li Vancouverê bê lidarxistin berdewam dikin. -
Kurê walî Turkay Sonel di lêpirsîna qetilkirina Gulistan Doku de hat girtin
Di çarçoveya lêpirsîna Gulistan Doku de kurê Waliyê Dersîmê yê berê Tuncay Sonel, Mustafa Turkay Sonel hat girtin. -
TEV-KOM’ê damezrandina xwe ragihand
TEV-KOM bi deklarasyonekê damezrandina xwe ragihand. Di deklarasyonê de wiha hat gotin: “Em ê bi ziman û nasnameya xwe re pêşerojeke azad ava bikin.” -
Xwestin girtiyên nexweş bên berdan
Parêzvanên mafên mirovan di çalakiyên li sê bajaran de, xwestin girtiyên nexweş Ozgur Aras, Mecît Baştaş û Abdulhalîk Orak bên berdan. -
Parêzvanê Tuncay Sonel hate girtin
Parêzvanê waliyê berê Tûncay Sonel ê di çarçoveya lêpisîna Gulistan Dokûyê de hatibû binçavkirin, hat girtin. -
Dayikên Şemiyê aqûbeta Nurettîn Yedîgol pirsîn
Dayikên Şemiyê aqûbeta Nurettîn Yedîgol (26) pirsîn ku sala 1981’an li Stenbolê piştî hatî binçavkirin, bi êşkenceyê hate qetilkirin û cenazeyê wî hate windakirin. -
DYE ceza li 7 fermandarên Heşdî Şebî birî
DYA'yê hin komên çekdar ên li Iraqê xistin lîsteya 'terorê'; ceza li ser 7 fermandarên girêdayî Hêzên Heşdî Şebî birî. -
Li Dortmundê ji bo Osman Kiliç merasîmeke bîranînê tê lidar xistin
Ji bo dîrektorê ANF’ê Osman Kiliç ê ku di 12’yê Adara 2026’an de li bajarê Tîel ê Holandayê jiyana xwe ji dest dabû, sibê dê li bajarê Dortmundê merasîma bîranînê were lidar xistin. -
‘Tundiya li dibistanan ne takekesî ye, rasterast girêdayî siyaseta desthilatdariyê ye’
Mamosteyên Egîtîm-Senê, diyar kirin ku zêdebûna tundiya li dibistanan ne takekesiye, rasterast girêdayî siyaseta desthilatdariyê ye. -
Şaredarê Ataşehîrê û 17 kes hatin binçavkirin
Şaredarê Ataşehîr a Stenbol Onursal Adiguzel û 17 kes hatin binçavkirin. Hat ragihandin ku biryara binçavkirina 2 kesên din hatiye dayîn. -
Di lêpirsîna Doku de duh û îro: Mîna rêxistineke sûcên organîzekirî tevgeriyane!
Parêzer Oyku Çakmak, anî ziman ku wan derbara dosya Gulistan Doku de berê jî behsa veşartina delîlan û îfadeyên derketine holê kirine û got, “Lêpirsîn ji destpêkê ve bi kêmanî hatiye meşandin, xemsariyeke cidî û gumana rêxistinbûyînê heye.” -
Doç. Dr. Karabulut: Projeya Jeotermal a Kanîreş û Gimgimê ne zanistî ye, bi rîsk e
Doç. Dr. Savaş Karabulut, diyar kir ku projeya jeotermal a li Gimgim û Kanîreşê ji pêdiviyên enerjiyê bêhtir operasyoneke li ser bingeha rantê ye. -
Ev ne pirsgirêka dîsîplînê ye, krîzeke avaniyê ye
Pisporên ku bûyerên tundiyê yên li dibistanên Sêwireg û Mereşê ji ANF’ê re nirxandin, balê dikişînin ser xala hevpar a çareseriyê: Li şûna tepisandina tundiyê, pêşxistina polîtîkayên tevayî û li ser bingeha mafan ku rê li ber derketina tundiyê bigire. -
ROJEVA 18’Ê NÎSANA 2026’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê. -
Refîk Sunkur ê ku 31 sal in girtî ye, hat berdan
Refîk Sunkur ê ku piştî 31 salan hate berdan, ev peyam da, "Heta ku em azadiyê bi dest bixin, çi ji destê me were em ê bikin." -
Di lêpirsîna Gulîstan Doku de waliyê berê û serbijîşkê berê yê nexweşxaneyê hatin girtin
Di çarçoveya dosyaya Gulîstan Doku de waliyê berê Tuncay Sonel û serbijîşkê berê yê nexweşxaneyê Çagdaş Ozdemîr hatin binçavkirin. Derket holê ku dosyaya derbarê Gulîstan Doku de ya li Nexweşxaneya Dewletê ya Dersimê hatiye jêbirin. -
Tuncer Bakirhan serdana Nobeda Jiyanê kir
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û şandeya pê re serdana "Nobeda Jiyanê" ya ku ji hêla Egîtîm Senê ve li dijî êrîşên li ser dibistanan hatiye destpêkirin, kir. -
Li Stenbol û Dersimê 4 kes hatin girtin
Di serdegirtinên malan ên li Stenbol û Dêrsimê de herî kêm 4 kes bi îdiaya “fînansekirina rêxistinê” htain binçavkirin.