Li Hewlêrê leşkerekî Îngilîz û yek jî DYE’yî mirin

Leşkerekî Emerîkî û yekî jî Îngilîz di dema perwerdeya leşkerî ya li Baregeha Hewayî ya Hewlêrê de jiyana xwe ji dest dane.

Rayedarên Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) û Îngilîz ragihandin ku leşkerekî Emerîkî û yek jî Îngilîz di dema perwerdeyê de li Baregeha Hewayî ya Hewlêrê jiyana xwe ji dest dane.

Wezîrê parastinê yê Îngilistanê John Healey di civîna Konseya Giştî de ragihand leşkerekî wan miriye û malbata wî hatiye agahdarkirin. Hûrgiliyên zêdetir derbarê bûyerê de nehatin ragihandin.

Artêşa DYE’yê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku di dema perwerdeya leşkerî de leşkerekî wan li heman baregehê mir. Artêşê diyar kir ku perwerde bi hevkariya hêzên Îngilîz pêk dihat ku wan jî leşkerekî xwe ji dest daye.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku lêkolînkirina bûyerê dewam dike.