Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê derbarê cezakirina kesekî li bajarê Kamyaranê Rojhilatê Kurdistanê bi navê "Mihemed Îbrahîmî ku bi navê "Hemê Çîkol" jî dihat nasîn de daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku kesê navborî di şehîdkirina gerîla û pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê de rolê lîstiye û duh şev (2'ê Hezîranê) ji aliyê yek jî tîmên Ciwanên Welatparêz ve hatiye cezakirin."
Daxuyaniya Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê wiha ye:
"Ji raya giştî re; Me li bajarê Kamyaranê ajanekî xirapkar ji ber kiryarên wî ceza kir.
Şeva borî ajanekî xirapkar bi navê Mihmed Îbrahîmî ku bi nasnavê "Hemê Çîkol" jî dihat nasîn û destê wî di şehîdkirina gerîla û pêşmerger û tepeserkirina gelê me de hebû, li bajarê Kamyaranê ji aliyê tîmek hevalên me ve hat cezakirin.
Em ciwanên welatparêz ên Kurdistanê, hemû ajan û xayînan hişyar dikin ku em ê xiyanetê bêbersiv nehêlin û em ê hemû kesên ku dijminatiya gelê me dikin, ji ber xiyanetên wan ceza bikin.
Di demeke nêzîk de, em ê daxuyaniyek berfireh derbarê operasyona hevalên xwe yên li Kamyaranê ya duh êvarê de belav bikin."