BI DÎMEN

Polîs ketin nava avahiya CHP'ê, gaza îsotê û fîşekên plastîk bi kar anîn

Polîsan piştî biryara veguhestinê dest li Navenda Giştî ya CHP'ê werdan ku dorpêçkirî bû. Hate ragihandin ku hêzên ewlekariyê gaza îsotê û fîşekên plastîk bi kar anîn. Rageşiya li nava avahiyê dewam dike.

Piştî ku hate ragihandin Walîtiya Enqereyê ji bo valakirina Navenda Giştî ya Partiya Gel a Komarê (CHP) ferman da Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê, polîsan êriş birin ser navenda giştî ya partiyê.

Tîmên polîsan li hewşa Navenda Giştî ya CHP'ê bi şikandina deriyê xeajê hewl dan bikevin nava avahiyê. Hate ragihandin ku hêzên ewlekariyê di dema destwerdanê de fîşekên plastîk bi kar anîn.

Parlamenter û endamên partiyê yên CHP'ê hewl dan ketina polîsan asteng bikin. Li ser vê yekê polîsan gaza îsotê û fîşekên plastîkê bi dewamî bi kar anîn û êriş kirin.

Piştî êrişê li nava Navenda Giştî ya CHP'ê û derdora wê rageşî zêde bû. Hate ragihandin ku endamên partiyê li avahiyê berxwedana xwe dewam dikin.