Federasyona Elewiyan: Mesele ne tenê CHP ye, siyaseta demokratîk e

Federasyona Elewiyan a Brîtanyayê bertek nîşanî biryara “bêhukmiya teqez” a li ser CHP’ê da û diyar kir ku ev ne destwerdaneke hiqûqî, destwerdaneke siyasî ye. Federasyonê got: Mesele ne tenê CHP ye, vîna gel û siyaseta demokratîk e

Di daxuyaniya ku ji aliyê Federasyona Elewiyan a Brîtanyayê ve hat dayîn de hat destnîşankirin ku li Tirkiyeyê pergala hiqûq û dadweriyê ev demeke dirêj e ji bo berjewendiyên desthilatdariya siyasî tê bikaranîn. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku mesele tenê bi CHP’ê re sînordar nîn e û wiha hat gotin: Mesela esasî, meseleya tirsandina mûxalefetê, perçekirina mûxalefeta civakî û binpêkirina vîna gel e.

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat diyarkirin: Li Tirkiyeyê êdî hiqûq; ne ji bo gel, veguheriye mekanîzmayeke ku ji bo beqaya desthilatdariyê tê xebitandin. Ev feraseta ku vîna gel tune dihesibîne û hewl dide her kesê ku wekî wan nafikire bi zextê bêdeng bike, welat ber bi krîzeke kûr a siyasî û civakî ve dikişîne.

Federasyona Elewiyan a Brîtanyayê, herî dawî ev bal kişand ser vê xalê: Em careke din bi eşkereyî tînin ziman ku em li dijî her cûre destwerdanên li ser vîna gel, siyaseta demokratîk û mûxalefeta civakî ne.