DEM Partî bi rojeva ‘Bêhukmiya Teqez’ bi awayekî awarte civiya

Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê ji bo nirxandina biryara “Bêhukmiya Teqez” a derbarê kongreya CHP’ê de, di bin serokatiya hevserokan Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan de bi awayekî awarte civiya.

Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) piştî biryara “Bêhukmiya Teqez” a derbarê 38’emîn Kongreya Asayî ya CHP’ê de, biryar da ku civîneke awarte li dar bixe.
Civîna ku li navenda partiyê pêk hat, ji aliyê Hevserokên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan ve hat birêvebirin.
Hat hînbûn ku di civînê de wê aliyên siyasî û qanûnî yên biryara “Bêhukmiya Teqez" were nîqaşkirin û her wiha wê helwest û nexşerêya DEM Partiyê ya derbarê pêvajoyê de bê nirxandin.