Li gelek bajaran li dijî biryara bêhukmiya teqez protesto
Di protestoyên bêhukmiya teqez de ku li gelek bajaran hatin lidarxistin, hat destnîşankirin ku bi karanîna darazê wekî amûrekê di pêvajoyên siyasî de, zirarê dide pêvajoya demokratîk
Di protestoyên bêhukmiya teqez de ku li gelek bajaran hatin lidarxistin, hat destnîşankirin ku bi karanîna darazê wekî amûrekê di pêvajoyên siyasî de, zirarê dide pêvajoya demokratîk
Li dijî operasyonên darazê yên li ser Partiya Gel a Komarê (CHP) û biryara bêhukmiya teqez, li gelek bajaran çalakiyên protestoyî û daxuyaniyên çapemeniyê hatin lidarxistin. Rêxistinên ked û demokrasiyê û nûnerên partiyên siyasî destnîşan kirin ku ev biryar destwerdanek e li dijî siyaseta demokratîk.
Li Îzmirê, Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Îzmirê li ber Navenda Çandê ya Tirkan Saylan daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di çalakiyê de pankarta “Biryara bêhukmiya teqez nayê pejirandin” hat vekirin û dirûşmên Li dijî faşîzmê mil bi mil” hatin berzkirin. Sefa Yilmaz ê ku daxuyanî xwend, diyar kir ku otorîterbûn li welat kûrtir dibe û got: “Biryara bêhukmiya teqez, ragihandina ji holê rakirina qada siyaseta demokratîk e. Piştî daxuyaniyê, girse ber bi Avahiya CHPê ya Îzmirê ve meşiya.
Li Edeneyê jî, Platforma Ked û Demokrasiyê ya Edeneyê li Parka Înonu civiyan. Mihemed Çelîk li ser navê platformê axivî û diyar kir ku ev biryar darbeyek e li ser vîna gel û bang kir ku dawî li desteserkirina qeyûman bê anîn.
Piştî çalakiyê, Anil Tanburoglu li ber Serokatiya CHP’ê ya Edeneyê ji girseyê re axivî û got ku ev biryar ne tenê bandorê li CHPê, lê bandorê li hemû pêvajoyên demokratîk ên li Tirkiyeyê dike. Ehmed Karagoz jî anî ziman ku desthilatdarî di nav krîza aborî û xizaniyê de hewl dide bi pêkanînên antîdemokratîk rewşa xwe biparêze. Yakup Ataş jî bal kişand ser rêveberiya otorîter a ji sala 2016’an û vir ve û got: “Di pêvajoyek ku behsa aştiyê tê kirin de, biryarên bi vê rengî zirarê didin aştiya civakî.
Li Xetayê jî, ji aliyê Serokatiya CHP’ê ya navçeya Îskenderûnê ve daxuyaniyek hat dayîn û bertek nîşanî biryara “bêhukmiya teqez” hat dayîn. Huseyin Derîn ê ku teksta çapemeniyê xwend, got: Em ê li hemberî wê hişmendiya ku darazê wekî gefê bi kar tîne serî netewînin.