Şandeya Îmraliyê wê roja Yekşemê bi Rêber Apo re hevdîtin bike

Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî ku di televîzyonê de axivî, ragihand ku Şandeya Îmraliyê wê di 24’ê Gulanê de bi Rêber Apo re hevdîtin bike.

Serokwekîlê Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan  û Parlamenterê Mûşê Sezaî Temellî, ragihand ku Şandeya Îmraliyê wê di 24’ê Gulanê de biçe Girava Îmraliyê û bi Rêber Apo re hevdîtinê bike.

Temellî ku tevlî bernameya Îlke TV’yê bû ragihand ku Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Faîk Ozgur Erol ku di Şandeya Îmraliyê de cih digrin, wê di 24’ê Gulanê de bi Rêber Apo re hevdîtin bikin.

Şandeyê herî dawî di 27’ê Adarê de hevdîtin kiribû.