Têkildarî tenduristiya Kadîr Înanir daxuyanî hatin dayîn

Malbata Kadîr Înanir têkildarî tenduristiya wî daxuyaniyeke nû da. Hate diyarkirin ku hunermend ji ber pirsgirêka hilmijê ya girêdayî zatûreyê hatiye entûbekirin.

Levent Înanir ê biraziyê Kadîr Înanir diyar kir ku hunermend nikare bêhna xwe bide û bistîne û girêdayî vê yekê nirxên xwîna wî daketine. Levent Înanir got: ‘’Em hêvî dikin ku wê baş bibe, ew ê wê yekê bexşî hezkiriyên xwe bike.’’

Levent Înanir anî ziman ku Kadîr Înanir di hevdîtina dawîn de pirsa tenduristiya apê xwe û dayika xwe kiriye, morala wî baş e, diyar kir ku henek kirine û gotiye; ‘’Min derxin, Leventî razînin.’’

Nivîskar û lîstikvan Julîde Kûralê jî daxuyaniyek da û got ku li ser pişika Kadîr Înanir di bin zatûreyê de kîstek hatiye dîtin.

Julîde Kûral anî ziman ku ji bo baştir mudaxele û tedawî werin kirin hunermend hatiye entûbekirin.

Julîde Kûralê diyar kir ku rewş cidî ye û ev yek anîn ziman: ‘’Em bi rewşeke gelekî xeternak re rû bi rû ne. Hêvî dikim ku em ê agahiyên baş bistînin.’’