Dayikên Şemiyê aqûbeta Pîro Ay pirsîn

Dayikên /Mirovên Şemiyê di hefteya 1104’an a çalakiya xwe de aqûbeta Pîro Ay pirsîn.

Dayikên/Mirovên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin bipirsin û ji bo darizandina berpirsyaran, li Qada Galatasarayê ya li Beyogluyê hatin ba hev û çalakiya xwe ya 1104’an lidar xist.

Di çalakiyê de aqûbeta Pîro Ay hate pirsîn.

Gelek parêzvanên mafan, Endamên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar jî beşdarî çalakiyê bûn.

Ji Sekreteriya Şaxa Stenbolê ya ÎHD’ê Jiyan Kaya daxuyanî xwend.