ROJEVA 29'Ê GULANA 2026'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê bêne şopandin.

Hevseroka Giştî ya OHD'ê Ekîn Yeter got, ji bo rêveçûna pêvajoyê divê statuyek bê avakirin, garantiya hiqûqî ji bo kesên pêvajoyê dimeşînin bê afirandin û qanûneke pêvajoyê bê amadekirin.

Derya Arslan a ji DEM Partiyê got, di demekê de ku bi hevdîtina 27'ê Adarê ya li Îmraliyê re li ser nexşerêyeke ji du qonaxan li hev hatibû kirin û diviyabû mewzûata qanûnî biketa rojeva Meclîsê hevdîtin hatin sekinandin û pêvajo ji krîzên siyasî yên navxweyî re kirin qurban.

Serdanên li şehîdgehan û pîrozbahiyên cejnê yên bi wesîleya Cejna Qurbanê têne lidarxistin wê werin şopandin.

Wênevan Sarya Melek Demîr di pêşangeha xwe de ya bi navê "Fîncanek Ax" jiyan, berxwedana jinan û hişê civakî bi bêhna xakê re kir yek. Sarya Melek Demîr got, "Min hewl da di navbera hûnandina jiyanê ya jinê û berhemdariya xakê de têkiliyekê biafirîne."