ROJEVA 30’Ê GULANA 2026’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û cîhanê.
- Geşedanên piştî banga Rêber Apo ya Aştî û Civaka Demokratîk wê bên şopandin.
- Engîn Sever diyar kir ku pêvajoya hiqûqî û siyasî ya derbarê Rêber Apo di qonaxeke krîtîk de ye û destnîşan kir ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê divê rast nêzî “mafê hêviyê” bibe. Sever bang li gelê Kurd kir ku bi rengekî xurt tevlî çalakiyan bibin.
- Akademîsyen Nuray Turkmen qonaxa niha ya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk nirxand û diyar kir ku ji bo aştiya mayînde divê gavên bi bawer ên beramber bên avêtin.
- Li navendên Kurdistan û Tirkiyeyê çalakiyên xizmên windayan û girtiyên nexweş wê bên şopandin.