Rejîma Îranê cezayê darvekirinê li ciwanekî din jî birî
Hat ragihandin ku rejîma Îranê cezayê darvekirinê li ciwanekî Kurd ê bi navê Arman Merîfetî ku di dema xwepêşandanên dawî de hatibû girtin, birî.
Hat ragihandin ku rejîma Îranê cezayê darvekirinê li ciwanekî Kurd ê bi navê Arman Merîfetî ku di dema xwepêşandanên dawî de hatibû girtin, birî.
Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku Şaxa 15’an a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê bi fermana dadwer Selawetî, cezayê darvekirinê li ciwanê Kurd ê bi navê Arman Merîfetî (30) yê xelkê Seqizê ye, birî.
Hatiye diyarkirin ku Arman Merîfetî di dema xwepêşandanên dawî de li Tehranê hatibû girtin.