Du rojnanemevan hatin berdan, ceza li yekî hate birîn

Di doza rojnamevanan de, nûçegihanên Ajansa Mezopotamya (MA) Esra Solîn Dal û Mehmet Aslan beraet kirin û li rojnamevan Erdogan Alayûmat sal û 3 meh ceza hat birin.

Danişîna biryardardayînê ya doza nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Esra Solîn Dal û Mehmet Aslan û rojnamevan Erdogan Alayûmat ku bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" li wan hatibû vekirin, li Dadgeha Cezayê Giran a 22'yan a Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hat lidarxistin. Parêzerên rojnamevanan, MGK, DFG û MLSA û OHD jî beşdarî danişînê bûn.

Parêzerên rojnamevanan diyar kirin ku muwekîlên wan rojnamevan in û ji ber nûçeyên tecrîda li ser Rêber Apo doz li wan hat vekirin û di van nûçeyan de tenê navê Rêber Apo derbas dibe û xwestin ku muwekîlên wan bên berdan.

Piştî beyanan heyeta dadgehê der barê Esra Solîn Dal û Mehmet Aslan de biryara beraetê da û li Erdogan Alayûmat jî bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" sal û 3 meh ceza birî.