ROJANE
Hemû Nûçe
-
Rapora Neteweyên Yekbûyî: Xisara şerê li Lubnanê 1,38 milyar dolar derbas kir
Di şerê navbera Îsraîl û Hîzbûllahê de ku ji meha Adarê û vir ve diqewime, êrişên Îsraîlê yên li ser Lubnanê bûn sedema xisareke giran. -
Kedkarê çapemeniya azad Bayram Balci jiyana xwe ji dest da
Kedkarê çapemeniya azad û edîtorê servîsa çandê ya Medya Haber TV Bayram Balci ku demeke dirêj tedawiya kanserê didît, jiyana xwe ji dest da. -
Beriya civîna bilind a NATO'yê gelek kes hatin binçavkirin
Beriya civîna bilind a NATO'yê li Tirkiyeyê serdegirtin li malên gelek kesên sosyalîst şoreşger û saziyan hate kirin. -
Li gel Şaredarê Adalarê yê CHP'yî 35 kes hatin girtin
Di çarçoveya lêpirsîna têkildarî Şaredariya Adalarê de Şaredar Alî Ercan Akpolat û 34 kes hatin girtin. -
Kalkan: Em ji rastiya pêvajoyê bawer dikin, lewma dimeşînin
Endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan Dûran Kalkan anî ziman ku ew ji rastiya pêvajoya Rêber Apo bawer dikin, lewma dimeşînin. Kalkan işaret bi êirşên şerê taybet ê li Kurdistanê kir. -
Parêzer Şahîn: Binpêkirinên li girtîgehan bi rêk û pêk dewam dikin
Rêveberê Şaxê Amedê yê OHD'ê parêzer Şemdîn Şahîn ragihand ku binpêkirinên li girtîgehan bi rêk û pêk dewam dikin û got, bernedana girtiyên nexweş û kiryarên tecrîdê li gel pêvajoyê jî dewam dikin. -
ROJEVA 23'Ê HEZÎRANA 2026'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Çîgdem Kiliçgun Uçar: Hiqûqa ku li Îmraliyê pêk were wê bibe pîvana pêvajoya aştiyê
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar di civîna gel a Nisêbînê de axivî û xwest ku ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd gavên demokratîk û hiqûqî werin avêtin û got, "Nêzîkatiya li hember Birêz Ocalan nîşaneya nêzîkatiya li hember pêvajoyê ye." -
DEM Partî: Pêdiviya pêvajoyê bi qanûnan heye
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît got, “Qanûna çareseriyê û gavavêtina qanûnî pêwist e. Heke qanûn nebin pêvajo ne pêkan e mîsoger bibe.” -
Serokwezîrê Îngilistanê Keir Starmer îstifa kir
Serokwezîrê Îngilistanê Keir Starmer 2 sal piştî wezîfeya xwe ji lîderiya Partiya Karker (Labour) îstifa kir. -
Ozgul Sakî: Modela 'Keleh Ewropa' bi pakta nû re temam dibe
Parlamentera DEM Partiyê Ozgul Sakî got, bi Pakta Koç û Penaberiyê ya Yekîtiya Ewropayê re modela 'Keleh Ewropa' ya ji sîstemên çavdêriyê, têlên bi stirî û şîrketên ewlekariyê tê temamkirin û sînorên paktê jî bêhtir tê mîlîtarîzekirin. -
ROJEVA 22'Ê HEZÎRANA 2026'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Di Encamnameya Kongreya Îslama Demokratîk de banga siyaseta demokratîk hat kirin
Di encamnameya 3’emîn Konferansa Mezin a Kongreya Îslama Demokratîk de hate destnîşankirin ku çareseriya pirsgirêka Kurd bi siyaseta demokratîk, diyalog û lihevhatina civakî re pêkan e. -
Li Stenbolê zimanxane bi coşeke mezin hate vekirin
Li Stenbolê komeleya çand û zimanê Kurdî (Zimanxane) bi coşeke mezin hate vekirin. Hevserokên Zimanxaneyê Hulya Darak û Aslan Demîr diyar kirin divê xwedîderketina ziman hêj baştir be û gotin: “Gelê mê dê xwedî li Zimanxaneyê derkevê." -
Li Amedê ‘Jin û Îslam’ hate nîqaşkirin
Di roja duyem a Konferansa Îslama Demokratîk de, rojnamevan-nivîskar Rajaa Hamîd di rûniştina “Jin û Îslam” de axivî û got, Îslamê mafên jinê mîsoger kiriye. -
Agirê Jiyan ji bo 'Mîtînga Azadiyê' bang kir
Agirê Jiyan ku wê di 'Mîtînga Azadiyê' de ya 28'ê Hezîranê li Bagcilar a Stenbolê derkeve ser dikê, ji bo tevlîbûna li mîtîngê bang kir. -
Fîlozofê Elman Demirovic piştgirî da pêvajoyê: 'Pêwîstiyeke lezgîn e'
Fîlozofê Elman û teorisyenê siyasetê Alex Demirović beşdarî kampanya piştgiriyê ya navneteweyî bû ku piştî banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo hate destpêkirin. -
Ji bo 'Mîtînga Azadiyê' banga tevlîbûnê
Li Mersînê amadekariyên ji bo 'Mîtînga Azadiyê' bê navber dewam dikin, ku wê 27'ê Hezîranê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bê lidarxistin. -
Hevseroka ÎHD'ê Oya Ersoy: Ji bo rêveçûna pêvajoyê divê statuya hiqûqî ya Ocalan bê pênasekirin
Hevseroka ÎHD'ê Oya Ersoy destnîşan kir ku ji bo mayindebûna pêvajoyê divê statuya hiqûqî ya Rêber Apo bê pênasekirin, mafê hêviyê bi cih bê anîn û girtiyên siyasî bê berdan. -
ROJEVA 21'Ê HEZÎRANA 2026'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
DAKAP’ê cezayê li Ayşe Gokkan hatî birin, şermezar kir
DAKAP’ê cezayê li Ayşe Gokkan hatiye birîn li ber edliyeya Amedê şermezar kir. Jinan destnîşan kir ku ew ê li dijî krîmînalîzekirina parêzvanên mafên jinan û têkoşîna jinê dengê xwe bilind bikin. -
Ji bo 3 girtiyên nexweş daxwaza berdanê hate kirin
Li Enqer ji bo Şeyhmus Koç; li Îzmîrê ji bo Resûl Kocaturk û li Stenbolê jî ji bo girtiyê nexweş ê giran Resul Baltaci ku 34 sal in di girtîgehê de ye, çalakî hatin lidarxistin. Ji bo van her sê girtiyan daxwaza berdanê hate kirin. -
Aqûbeta Mûrat Aslan hate pirsîn
Dayik/Mirovên Şemiyê di hefteya 1108’emîn a çalakiya xwe de aqûbeta Mûrat Aslan ê ku beriya 32 salan di 10 Hezîranê sala 1994’an de hate qetilkirin, pirsîn. -
Cîgirê şaredar û 4 kesên din hatin girtin
Cîgirê Şaredarê Seferîhîsarê Gökhan Pehlîvan jî di nav de 5 kes hatin girtin. -
Rêber Apo: Ol divê bibe wijdanê civakê, ne ya desthilatdariyê
Rêber Apo: Tişta pêwîst e were kirin ew e ku destûr neyê dayîn Îslam bikeve xizmeta dewlet, desthilatdarî û hêzên sermayedar. Divê ku ji nû ve bi vegera li cewherê wê, bikeve xizmeta civaka exlaqî, siyaseta demokratîk û jiyana azad.