ROJANE
Hemû Nûçe
-
Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin
Komedyen Denîz Goktaş ê vegeriya Tirkiyeyê li balafirgehê hate binçavkirin. -
Temellî: Em li bendê ne ku qanûn beriya bidawîbûna Tîrmehê bêne derxistin
Serokwekîlê Koma DEM Partiyê got, "Xuya ye lihevkirinek çêbûye ku meha Tîrmehê biqede, beriya Meclîs bikeve betlaneyê qanûn bikeve rojevê" û diyar kir ku wê sibe daxuyaniyeke berfireh bidin. -
Bîranîna Madimakê: Rizgarî bi tenê nabe!
Bi hezaran kes di salvegera 33'emîn a Komkujiya Madimakê de dimeşin. Di meşê de dirûşmên "Rizgarî bi tenê nabe, ya bi hev re ya jî ne yek ji me", "Kujer wê hesab bidin gel" hatin qîrîn. -
Weşana malperên Nûmedya24, Azadiya Welat û Ajansa Welat hate astengkirin
Zextên li ser çapemeniya azad dewam dikin. Malperên Nûmedya24, Azadiya Welat û Ajansa Welat hate astengkirin. -
Fîlozofa Fransî Geneviève Fraisse piştgirî da banga Rêber Apo
Felsefevana femînîst a Fransayê û parlamentera berê ya Ewropayê Geneviève Fraisse diyar kir ku ew piştgiriyê dide Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo. -
'Komkujiya Madimakê li dijî baweriya Elewî, welatîbûna azad û têkoşîna demokrasiyê bû'
Alîkarê Sekreterê Giştî yê Federasyona Yekîtiyên Elewiyan a Elmanyayê Enver Ûzûngelîş anî ziman ku hedefa esasî ya Komkujiya Madimakê ya Sêwasê daxwaza welatîbûna wekhev, çand û baweriya civaka Elewî, têkoşîna laîk û demokrasiyê bû. -
Îranê 2 caran êriş bir ser Hewlêrê
Îranê doh bi şev bi droneyê êriş bir ser baregeha Partiya Demokrat a li herêma Dêgele ya li Hewlêrê. -
Rêber Apo peyamek ji rojnameya Komînal re şand
Hejmara vê mehê ya rojnameya Komînalê bi vê manşetê derket: "Ji Rêber Apo peyama ji bo Komînal: Divê bibe hêza ku rêgeha dema nû diyar dike." -
Yuksel Mûtlû: Madimak hîn jî ne 'Muzeya Şermê' ye
Hevberdevka Komîsyona Gel û Baweriyan a DEM Partiyê Yuksel Mûtlû diyar kir ku li gel têkoşînan civaka Elewî û rêxistinên civakî yên sivîl jî Otela Madimakê hîn nebûye 'Muzeya Şermê'. -
Alî Çagan ê ji Madimakê 'bi saxî derket': Min ji saxmayina xwe şerm kir
Alî Çagan ku 2'ê Tîrmehê li qatê destpêkê yê Otela Madimakê di nava agir û dû de şahidî ji gotinên dawî yên Hasret Gultekîn û wan kêliyên ku mirovahî bêdeng bû re kir, li ser rûbirûbûna civakî, lêgerîna edaletê û "bêdengiya mirinê" axivî. -
ROJEVA 2'Ê TÎRMEHA 2026'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Rojnamevan Gulnur Saydam hat binçavkirin
Nûçegîhana Rojnameya Cumhuriyet Gulnur Saydam ji ber nûçeya xwe ya bi sernavê, “Welatî di nav êrîşan de têkoşîna jiyanê didin: Gelo navnîşana nû ya çeteyan semta Gokturk a Stenbolê ye?” hat binçavkirin. -
Li Rojhilatê Kurdistanê êşkence û cezayên darvekirinê zêde bûn
Pêla girtin, êşkencekirina girtiyên siyasî, cezayên darvekirinê û sepandina cezayan li ser çalakvan û mamosteyên Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve her diçe dijwartir dibe. -
Îbrahîm Kalin li Kerkûkê ye
Serokê MÎT'ê Îbrahîm Kalin vê sibehê derbasî Kerkûkê bû. -
DEM Partî xwe ji kongreyê re amade dike
DEM Partiyê li ser amadekariyên Kongreya Mezin a Asayî ya 5'emîn giştînameyek weşand ku wê 20'ê Îlonê bê lidarxistin. -
FEDA û DAKB: Bêyî rûbirûbûna komkujiyan aştiya civakî pêk nayê
FEDA û DAKB’ê bi boneya Komkujiya Madimakê daxuyaniyek dan û diyar kirin ku bêyî rûbirûbûna komkujiyên li serElewiyan ên ji Kerbelayê heya koçgirî, Çorûm û Madimakê, bêcezatî bi dawî nebe û hemwelatîbûna wekhev neyê dabînkirin aşitiya civakî pêk nayê. -
Xelatgira Aştiyê ya Nobelê Jody Williams nameyeke piştevaniyê ji Rêber Apo re şand
Xelatgira Nobelê Jody Williams nameyek ji Rêber Apo re şand, piştgirî da rola wî ya di pêvajoya aştiyê de û di serî de 'mafê hêviyê' daxwaza naskirina hemû mafên wî yên bingehîn kir. -
Li Parîsê kongreya li dijî darvekirinê
Li Parîsê Kongreya Cîhanê ya 9'emîn a li dijî darvekirinê hate lidarxistin. Di kongreyê de hate ragihandin ku cezayê mirinê di sala 2024'an de herî zêde li Çîn, Îran, Erebistana Siûdî û Iraqê hate bicihanîn. -
Elyakût: 'Neteweya Demokratîk' formula jiyana hevpar a gelên Rojhilata Navîn e
Alî Haydar Elyakût diyar kir ku paradîgmaya 'Neteweya Demokratîk' ne tenê ji bo gelê Kurd, li dijî krîzên modernîteya kapîtalîst ji bo gelan hemûyan rê li ber jiyaneke hevpar vedike. -
Bi pirsa 'Hûn der barê Abdullah Ocalan çi difikirin? berdana wî hate taloqkirin'
Sefer Baran ku berdana wî 6 caran hate taloqkirin, eşkere bû ku pirsa "Hûn der barê Abdullah Ocalan çi difikirin?" lê hatiye kirin. Îbrahîm Baran anî ziman ku birayê wî ji ber taloqkirinê 2 sal in girtî ye û got, "Divê ev kiryara nehiqûqî bi dawî bibe." -
ROJEVA 1'Ê TÎRMEHA 2026'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Li Mêrsînê ji bo Fermandara YJA Starê taziye hat danîn
Ji bo Fermandara YJA Starê Suphiye Ozen (Zozan Denîz) ku di 24’ê Hezîranê de şehîd bû, li Mêrsînê taziye hat danîn. Dayika wê Azîze Ozen got, “Daxwaza min ew e ku ev bibe agahiya dawî ya şehadetê. Bila aştî çêbibe, dilê dayikêk din neşewite.” -
Zeynep Kinaci û Sema Yuce li gelek bajaran hatin bibîranîn
Li gelek bajaran di serî de Zeynep Kinaci (Zîlan) û Sema Yuce (Serhildan Leyla), şehîdên meha Hezîranê yên têkoşîna azadiya Kurd hatin bibîranîn. -
Nûdem Kurt û Aydin Kurt hatin bibîranîn
MEBDYADER-EGE’yê ji bo gerîlaya YPJ’ê Nûdem Kurt û gerîlayê YPS’ê Aydin Kurt li avahiya komeleyê merasîma bibîranînê li dar xist. -
Bakirhan: Divê şert û mercên jiyan û xebatê yên Abdullah Ocalan bên başkirin!
Hevserokê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan got, “Divê şert û merên danûstandin, jiyan û xebatê yên Abdullah Ocalan êdî li gorî pêvajoyê başkirin.”