ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li Gimgimê civîna gel: Divê gavên şênber bên avêtin
Li Gimgimê civîna gel hat lidarxistin. Di civînê de ji ber dewlet ji bo pêvajoyê gav neavêtiye hat rexnekirin û peyama “Tenê Rêber Apo dikare aştiyê pêk bîne” hat dayin. -
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ji bo Selvî Tepe peyama sersaxiyê da
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê destnîşan kir ku dayika şehîd Selvî Tepe ku jiyana xwe ji dest da, rêberek baweriyê ya kevneşopiya baweriya Elewiyan bû û di tevahiya jiyana xwe de di nava helwestekî demokrat de piştgirî da Têkoşîna Azadiyê. -
Encamnameya NATO’yê hat ragihandin
Lûtkeya 36emîn a NATOyê bi dawî bû. Di encamnameyê de hat gotin ku ger êrîşek li hember endameke NATOyê were kirin weke ku ji hemû endaman re hatiyê kirin were hesibandin û bang li Îranê hat kirin ku dev jê hilberîna çekên nuklerî berde. -
Dayika Sakîne Karakoçan jiyana xwe ji dest da
Dayika yek ji kadroyên pêşeng ên Tevgera Azadiyê ya Kurd Sakîne Karkoçanê, Havva Selvî Tepe jiyana xwe ji dest da. Havva Selvî Tepe li warê xwe Depê hat definkirin. -
Rejîma Îranê cezayê girtîgehê li 5 Kurdan birî
Rejîma Îranê cezayê girtîgehê li 5 Kurdên li bajarê Urmiye yê Rojhilatê Kurdistanê birî. -
Trump: Bi dîtina min agirbesta bi Îranê re bi dawî bû
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trump got, "Bi dîtina min, agirbesta bi Îranê re bi dawî bû. Muzakere dikare dewam bike, ne xema min e." -
Şara hat Enqereyê
Serokkomarê demkî yê Sûriyeyê Ahmed el Şara ji bo hevdîtinan bike hat Enqereyê. -
Li nava NATO'yê rageşiya 'DYE-Îranê'
Di navbera Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) û Îranê de rageşî dewam dike. Sekreterê Giştî yê NATO'yê, Kûweyt û Hollandayê li ser mijarê daxuyanî dan. -
Eren Keskîn: Ji bo pêvajo bi rê ve biçe divê Birêz Ocalan azad bibe
Eren Keskîn destnîşan kir ku divê mercên jiyanê û kar ên azad ji bo Rêber Apo bêne afirandin û got, "Astengkirina hevdîtina bi parêzeran re ya kesekî ku weke muzakerevanê sereke tê qebûlkirin, yek ji astengiyên herî mezin ên li pêşiya pêvajoyê ye." -
Tirkiye li Latîn Emerîkayê hêz û bandora xwe zêde dike
Tirkiye li Latîn Emerîkayê ku rastgiriya tund lê xurt bûye, ji Arjantînê heta bi Şîliyê, ji El Salvedorê heta bi Brezîlyayê li xeteke berfireh bi peymanên leşkerî, enerjî û bazirganiya serbest bandor û hêza xwe zêde dike. -
Hiqûqnasên ku şahidî ji merasîma şewitandina çekan re kirin: Li gel her tiştî jî em bi hêvî ne
Hiqûqnasên ku 11'ê Tîrmeha 2025'an li Silêmaniyeyê şahidî ji merasîma şewitandina çekan re kirin, anîn ziman ku li gel her tiştî jî ew bi hêvî ne û qanûna çarçoveyê ya ku nîqaş li ser tê kirin divê hemû koman bigire nava xwe. -
ROJEVA 8'Ê TÎRMEHA 2026'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Polîsan êrîşî protestoyên Civîna NATO’yê kirin: Gelek kes hatin binçavkirin
Di meşa Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê ya Stenbolê ya Dolmabahçeyê de peyamên li dijî NATO û emperyalîzmê hatin dayîn. Di protestoyên li Kolana Îstîklalê de herî kêm 20 û li Eskîşehîrê herî kêm 35 endamên platformê hatin binçavkirin. -
Cenazeyê Gurkan Turkoglu hat veşartin
Gurkan Turkoglu ê ku bi daxwaza girtina girtîgehên “tîpa bîrê” 268 roj di greva birçîbûnê de ma û jiyana xwe ji dest da, li Erzînganê hate veşartin. -
Rojnamevan Berfîn Ay bi kontrola edlî hat berdan
Gerînendeya Karên Nûçeyan a Rojnameya Azadiya Welat Berfîn Ay ku di 5’ê Tîrmehê de hatibû binçavkirin, bi kontrola edlî hat berdan. -
Partiyên siyasî NATO şermezar kirin
Koordînasyona Na ji NATO'yê re NATO şermezar kir. Gelek kes hatin binçavkirin. -
ÎHD’ê daxwaza girtina girtîgehên wekî ‘bîrê’ kir
Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê ji bo Gurkan Turkoglû yê ku dest bi gireva birçîbûnê kiribû û jiyana xwe ji dest da daxuyaniyek da. ÎHD'ê, di daxuyaniya xwe de bang kir ku girtîgehên wekî 'bîrê’ demildest werin girtin. -
Protestokirina NATO'yê: Gelek kes hatin binçavkirin
Civîna bilind a NATO'ê li Kûrtûlûş Parkê hate şermezarkirin. Polîsan êriş birin ser xwepêşandêran û gelek kes binçav kirin. -
Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo biryara çalakiyan hate wergirtin
Meclîsa Jin ên Ciwan û Ciwanan a DEM Partiyê biryar da ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan çalakiyan lidar bixe. -
Dairo Azzelini: Eger daxwaz aştî û çareserî ye, hingî divê Ocalan bibe parçeyekî muzakereyê
Civaknasê Îtalî Dr. Dario Azzelini diyar kir ku eger çareserî û aştiyeke mayinde tê xwestin, divê Rêber Apo bibe parçeyekî pêvajoya muzakereyê û got, "Kesê ku xwedî lîderî, nêzîkatiya teorî û karîzmaya ku dikare vê pêvajoya muzakereyê bimeşîne Ocalan e." -
Dewlet helwesta xwe ya ku pêvajoyê ji demê re dihêle dewam dike
Bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo re Tevgera Azadiyê piştî biryarên kongreyê gelek gavên şênber avêt. Lê aliyê dewletê helwesta xwe ya ku pêvajoyê ji demê re dihêle dewam dike. -
Mûrat Karayilan: Divê dewlet gavên cihê baweriyê biavêje
Ji Fermandariya NPG'ê Mûrat Karayilan guhertinên qanûnî yên têne nîqaşkirin nirxand û got, ji bo çareseriyeke mayinde divê gavên şênber ên cihê baweriyê bêne avêtin. Karayilan pirsa "Gelo ev qanûn wê her tiştî bigire nava xwe?" pirsî. -
ROJEVA 7'Ê TÎRMEHA 2026'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Besiye Ozer piştî 30 salan hat berdan
Besiye Ozer piştî 30 salan ji Girtîgeha Gebzeyê hat berdan. -
Ji bo Îkram Mihyaz ê hate qetilkirin, kom bûn
Endamên Şaxa Hejmar 2 ya TUM BEL-SAN’a Îzmîrê ji bo Îkram Mihyaz ê di sala 1994’an de hate qetilkirin, hatin ba hev.