ROJANE
Hemû Nûçe
-
Çek hatin şewitandin, dewletê gav neavêt
Koma Aştî û Civaka Demokratîk salek berê bi merasîmekê çek şewitand. Tevî salek derbas bû jî, dewleta Tirk biryara "Mafê Hêviyê" ya DMME’yê bi cih neanÎ, "Qanûna Çarçoveyê” pêşkêşî meclisê nekir û şert û mercên xebat û jiyanê yên Rêber Apo baştir nekir. -
ROJEVA 11'Ê TÎRMEHA 2026'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Helbestvan Ahmet Tellî jiyana xwe ji dest da
Helbestvan Ahmet Tellî li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. -
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Ûçar: Divê dewlet di pêvajoya aştiyê de tercîha xwe bike
Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Ûçar di civîna dawî ya li Mûşê de axivî û bertek nîşanî nehiştina hevdîtinan a 40 rojan a li Îmraliyê da û got: “Parlamento ji bo qanûnên çarçoveyê li benda çi disekine?” -
Nafî Ergun piştî 30 salan hate berdan
Nafî Ergun ê ku dema 22 salî bû li Amedê hatibû girtin, piştî 30 salan ji Girtîgeha Tîpa L a Panosê ya Agiriyê hate berdan. -
Ji ÎHD'ê 'Rapora Şopandina Pêvajoya Aştiyê-PKK': Banga ji bo reforma demokratîk
ÎHD'ê "Rapora Şopandina Pêvajoya Aştiyê-PKK" weşand û diyar kir ku biawîkirina şer ji bo aştiyê gaveke girîng e, lê belê ji bo pêkhatina aştiya mayinde pêwîstî bi reformên berfireh heye. -
Vedat Aydin li ser gora xwe hate bîranîn, banga rûbirûbûnê hate kirin
Serokê bajarê Amedê yê HEP'ê Vedat Aydin ku ji aliyê JÎTEM'ê ve hate qetilkirin, li ser gora xwe bi merasdîmekê hate bîranîn. Di bîranînê de banga rûbirûbûnê hate kirin. -
Qurbaniyên Komkujiya Gar a Enqereyê li Îzmîrê hatin bîranîn
Komeleya Aştiyê ya 10'ê Cotmehê, ji ber qedexeya çalakiyan a li Enqereyê, qurbaniyên Komkujiya Gar a Enqereyê vê mehê li Îzmîrê bi bîr anî. Komeleyê xwest, berpirsyar hemû bêne darizandin û edalet bê pêkanîn. -
Li Brukselê di êvareke sirgûnê de Bahoza Dersimê
Rojnamevanên Kurd ku li Denderleeuwê li maleke sirgûnê li hev civiyan, li ser wêneyên beriya 89 salan ên kêliya darvekirina Seyît Riza hişê Dersimê, gorên winda û dîroka înkarkirî jinûve xistin rojevê. -
Di pêla êrîşan de herî pêşî çapemeniya Kurd dibe armanc
Hevserokê DFG'ê Selman Çîçek, têkildarê zextên li dijî rojnamevanan got, “Dema ku saziyên medyaya Kurd dibin armanc, ev yek tê wateya rasterast destwerdana li dijî zimanê Kurdî û rojnamevaniya Kurdî ye.” -
Saritaş: Nêzîkatiya dûrî muzakereya demokratîk dibe ku firsenda dîrokî ji holê rake
Zanyarê siyasetê Mehmet Zahîr Saritaş ragihand ku ji bo aştiya mayinde girîng e qanûna çarçoveyê bi mutabaqatê bê amadekirin û got, nêzîkatiyeke dûrî ji muzakereya demokratîk dikare firsenda dîrokî ji holê rake. -
'Nabe ku ev pêvajo ji hesabên siyasî re bê fedakirin, qanûna çarçoveyê divê bi lez bê derxistin'
Serokê baroya Wanê Sînan Ozaraz diyar kir ku ji bo mayindebûna pêvajoya aştiyê divê qanûna çarçoveyê bi lez bê derxistin û got, "Nabe ku ev pêvajo ji hesabên siyasî re bê fedakirin. Ji bo mayindebûna aştiyê divê gavên hiqûqî tavilê bêne avêtin. -
ROJEVA 10'Ê TÎRMEHA 2026'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
OHD: Li girtîgehên Marmarayê binpêkirinên mafan didome, divê tecrîd were rakirin
Komîsyona Girtîgehan OHD’a Stenbolê rapora binpêkirina mafên girtiyan a 6 mehên sala 2026’an eşkere kir. Di raporê de hat gotin “Divê dewlet hemû binpêkirinên mafan ên li dijî girtiyan, bi taybetî pratîkên tecrîdê, bi dawî bike.” -
Operasyonên beriya civîna bilind a NATO'yê: 29 kes hatin girtin
Têkildarî kesên beriya civîna bilind a NATO'yê li Edene, Hatay, Antalya û Mersînê di serdegirtina malan de hatin binçavkirin karê edlî qediya. 29 kes hate giritn û cezayê ragirtina li malê li 8 kesan hate birîn. -
Nameya Hardt a ji bo Rêber Apo: Divê em enternasyonalîzmê jinûve ava bikin
Fîlozofê Emerîkî Michael Hardt nameyek ji Rêber Apo re şand, bal kişand ser şer û êrişkariya emperyalîst û got, "Ji bo li gorî mercên vê demê be divê em jinûve li ser enternasyonalîzmê bifikirin û jinûve ava bikin." -
Ji Interpolê operasyona 'sextekariyê': 5 hezar û 800 kes hatin binçavkirin
Bi koordînasyona Interpolê di operasyona sextekariyê ya global de ku 97 welat tevlî bûn 5 hezar û 800 kes hatin binçavkirin, nêzî 300 milyon dolar hatin desteserkirin. -
Girtiya nexweş bi kefalet hat berdan: Êşkenceya fîzîk û derûnî lê hatiye kirin
Girtiya siyasî Şilêr Mam Qadrî ku 91 roj bûn girtî bû, bi kefaletê bi awayekî demkî hat berdan. Hat ragihandin ku girtiya siyasî ya bi nexweşiya penceşêrê ketî, di girtîgehê de rastî êşkenceyê hatiye. -
Li nexweşiyên girtiyên diçin doktor teşhîsa 'psîkolojîk' tê danîn!
Parêzer Fîlîz Yilmaz ku li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Amedê bi girtiyan re hevdîtin kir, anî ziman ku ji mafê tenduristiyê heta bi ferzkirina lêgerîna tazîkirî û taloqkirina berdana girtiyan wan gelek binpêkirin tespît kirine. -
Ozturk: Bi feraseta 'min kir û bû' mesele çareser nabe
Hevberdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve ya DEM Partiyê Berdan Ozturk anî ziman ku qanûna bê amadekirin divê bi hevdîtina bi muxataban li ser zemîneke hevpar bê avakirin û got, "Bi feraseta 'min kir û bû' mesele çareser nabe." -
ROJEVA 9'Ê TÎRMEHA 2026'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Dîmenê ‘Denîz ê Mirî' hat astengkirin
Dîmenê komedyen Denîz Goktaş ê bi navê "Olu Denîz - Denîz ê Mirî” hat astengkirin. -
Girtî Haci Aslan piştî 34 salan hat berdan
Haci Aslan ê ku di sala 1992yan de bi hevjîna xwe re hatibû girtin piştî 34 salan hate berdan, ev tişt anî ziman: “Rihê min di girtîgehê de ma. Divê em ji bo Serokê xwe bixebitin.” -
Gever wekî ‘Bajarê Jinan’ hate îlankirin
Di encama xebata qadê ya bi hezar û 317 jinî re hat kirin deklerasyon hat amadekirin û Gever ‘bajarê jinan’ hat îlankirin. Hat diyakririn ku wê jin li dijî feraseta mêr wê jiyanê bi azadiya jinê ava bikin. -
Parlementerên Fransî kefaleta siyasî ya 80 girtiyan girtin ser xwe
Parlamenterên Fransî yên ji partiyên siyasî yên cuda, ji bo zêdeyî 80 girtiyên siyasî yên li Îranê cezaryê darvekirinê li wan hatiye birin, kefaleta siyasî girtin ser xwe. Armanc kişandina bala raya giştî ya navneteweyî û xeteriya darvekirinê kêmkirine.