ROJANE
Hemû Nûçe
-
Serokkomarê Iraqê: Hemû çek wê di bin kontrola dewletê de bin
Serokkomarê Iraqê Nizar Amêdî diyar kir ku ew di biryara xwe ya ku hemû çek bikevin bin kontrol dewleyê de bi israr in. -
Berdana girtiyên nexweş Ozbek û Kara hate xwestin
Li Stenbol û Enqereyê banga berdana girtiyên nexweş Rihan Kavak Ozbek û Osman Kara hate xwestin. -
Jiyana girtiya siyasî Şilêr Mam Qadrî di xeteriyê de ye!
Hat ragihandin ku girtiya siyasî Şilêr Mam Qadrî ya ku di Girtîgeha Urmiyeyê de tê girtin û nexweşa penceşêra pêsîrê ye, nayê dermankirin û rewşa wê ya fîzîkî her ku diçe xirabtir dibe. -
Xizmên windayan ji bo Aydin, Mihci û Mîkyaz hatin ba hev
Xizmên windayan û ÎHD vê hefteyê bi çalakiyên xwe xwestin ku kujerên Vedat Aydin, Haci Mihci û Îkram Mîkyaz bên darizandin. -
Rejîma Îranê bi giştî 7 sal cezayê hepsê li 2 aktîvîstan birî
Rejîma Îranê 6 sal cezayê girtîgehê û qedexeya derketina derveyî welat da Elham Ziretpîşe. Her wiha salek cezayê girtîgehê li Negîn Kiyanî birî. -
Arkaş: Divê em çareseriyê peyda bikin
Çetîn Arkaş di Komxebata di Aboriya Demokratîk û Xwerêxistina Aborî de axivî, bal kişand ser zêdebûna fûhûş û bikaranîna tiryakê û got: ‘’Em dikarin hêsanî hilbijêrinû bibêjin polîtîkayên dewletê ne. Lê belê divê em torên piştevaniyê yên cidî ava bikin." -
Konferansa Hiqûnasên Kurd: Berxwedan gihiştiye merheleyeke nû
Di Konferansa Hiqûnasên Kurd a Demokratîk wiha hate gotin, “Divê em bikarin her hefte bi birêz Ocalan re hevdîtinê bikin. Li gorî merheleya pêvajo gihiştiyê ew yek nabe û divê hemû kes bikarin bi birêz Ocalan re hevdîtinê bikin.” -
Li Hatayê beriya civîna NATO’yê binçavkirin
Li Hatayê beriya Civîna Bilind a NATO’yê, di serdegirtinên malan de herî kêm 9 kes hatin binçavkirin. -
Ji nivîskar û rewşenbîran daxuyanî: Em li hember vê rewşa giran helwest raber bikin
130 rewşenbîr û nivîskar li dijî qedexe û zextên ku ji ber Civîna Bilind a NATO’yê têne sepandin nerazîbûn nîşandan û gotin, “Em bang li hemû muxalefetê û welatiyan dikin ku li dijî vê rewşa giran helwest raber bikin.” -
Dayikên Şemiyê ji bo Hasan Gulunay hatin ba hev
Dayikên Şemiyê aqûbeta Hasan Gulunay pirsîn ku beriya 34 salan ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve di bin çavan de hate windakirin. -
Rêber Apo: Ne tenê hilberîna teoriyê divê xeteke ku rêyên pratîkê jî vedike bê afirandin
Rêber Apo: Hûn di nava hewldana avakirina çarçoveyeke xurt a teorîk de ne. Lê belê, pêwîstiya dema nû ne tenê nîqaşên teorîk e, di heman demê de pêwîstî bi xeteke weşanê heye ku di nava jiyanê de bersivê dibîne, civakê bi rêxistin dike. -
‘Sermuzakerevanê pêvajoyê Birêz Abdullah Ocalan e, divê gavên qanûnî dereng nekevin’
Mahfuz Guleryuz, diyar kir ku ji bo pêşveçûna pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk divê gavên qanûnî demildest bên avêtin û got ku Rêber Apo sermuzakerevanê pêvajoyê ye û derengmayîna heyî fikaran zêdetir dike. -
‘Ji ber krîza aborî, karkirina zarokan ji bo malbatan vediguhere neçariye’
Pisporê Mafên Zarokan Bahtiyar Bayram Bal kişand ser belavbûna karkirina zarokan bi krîza aboriyê re û diyar kir ku xebitîna zarokan ji bo malbatan veguheriye neçariyê. -
Rola civakî ya komunan
Rêxistinbûna komunê bi tena serê xwe her tiştî çareser nake. Divê mafên berfireh ên wekî mafê perwerdehiyê ya zimanê dayikê, azadiyên çandî û statuya siyasî werin qezenckirin. Lê heta ku were wê xalê, komun dikarin wekî pîrekî rol bilîzin. -
ROJEVA 4'Ê TÎRMEHA 2026'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Denîz Goktaş birin girtîgeha li Çorluyê
Hate diyarkirin ku komedyenê stand-upê Denîz Goktaş ku hate girtin, birin Girtîgeha Tîpa F ya Kartepeyê ya li Çorluyê. -
Li Hewlêrê jinek ji aliyê kurê xwe ve hate qetilkirin
Rêveberiya Polîsan a Hewlêrê ragihand ku di saetên êvarî de li navçeya Binslawa jinek ji aliyê kurê xwe ve hate qetilkirin. Hate ragihandin ku gumanbar hatiye girtin. -
Qubat Talabanî li Enqereyê bi Hakan Fîdan re civiya
Cigirê Serokê Hikûmeta Demborî ya Herêma Kurdistanê Qubat Talebanî, li Enqerê bi Wezîrê Karê Derve yê Tirkiye Hakan Fîdan re civiya. -
KOMAW: Kurd dê tu carî Alî Haydar Kaytan ji bîr nekin
KOMAW’ê, yek ji kadroyên damezrîner ê PKK’ê Alî Haydar Kaytan bibîr anî û wiha got, “Weke malbatên şehîdan em ê ewladê Kurd ê qehreman di hemû xebatên xwe de wekî mamosteyekî pêşeng esas bigirin. Kurd dê tu carî Alî Haydar Kaytan ji bîr nekin.” -
Komedyen Denîz Goktaş hate girtin
Komedyen Denîz Goktaş bi sûcdariya “nirxên olî biçûk xistiye” û “heqaret li serokkomar kiriye” hate girtin. -
Bayindir: Birêz Ocalan muzakerevanê sereke ye û rola wî dîrokî ye
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir got, “Rola Birêz Ocalan a di vê pêvajoyê de dîrokî ye û muzakerevanê sereke ye.” -
Daxuyaniya piştgiriyê ji bo Denîz Goktaş
Gelek kes ji bo Denîz Goktaş ê hatî binçavkirin li ber edliyeyê hatin cem hev û peyama hevgirtinê dan û gotin, “Em ê bi yekîtiyê re bi ser bikevin.” -
Ayşegul Dogan: Şandeya me 40 roj in nikare bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan ragihand ku 40 roj in hevdîtin bi Rêber Apo re nayê kirin. -
Şehîd Zîlan li Saratovê hate bîranîn
Li bajarê Yêrşovê yê Herêma Saratovê ya Rûsyayê, bi boneya salvegera şehadeta şehîd Zîlan (Zeynep Kinaci) civîneke bîranînê hate lidarxistin. -
Bêhiqûqiya qeyim didome: Biryar hate dirêjkirin
Li şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê yên DEM Partiyê yên ku hatine xespkirin, biryara qeyim ji bo 2 mehan hate dirêjkirin.