ROJEVA 24'Ê HEZÎRANA 2026'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê bêne şopandin.
Parlamentera Swîsreyî Rielle anî ziman ku nêzîkatiya desthilatdariya ya li pêvajoyê cihê fikaran e û got, "Ji bo Ocalan karibe bi rola xwe rabe pêwîstî bi statuya qanûnî heye. Li holê kêmaniya îradeyê heye. Erdogan divê diyaloga bi Ocalan re qebûl bike."
Rojnamevan Alî Bayramoglû ragihand ku krîzên li nava CHP'ê muxalafet lawaz kiriye û got, di meseleya Kurd de jî pêvajo li ber qutbûnê nîne.
Endamê Meclîsa Partiyê ya DEM Partiyê Mûrat Kalmaz diyar kir ku ji bo Rêber Apo di nava şert û mercên azad de bixebite dê di 27-28’ê Hezîranê de ‘Mitîngên Azadiyê’ werin lidarxistin got ku divê ji her beşên civakê tevlîbûneke xurt çêbibe.
Ji Tevgera Çandê ya Laz Îrfan Aleksiva destnîaşn kir ku çareseriya meseleya Kurd ne tenê ji bo Kurdan, ji bo her kesên pêwîstiya xwe bi demokrasiyê heye girîng e û got, "Têkoşîna gelê Kurd bi kêrî gelê Laz jî hat."
Li navçeya Bagcilar a Stenbolê ku Tevgera Azadiya Kurdistanê lê xurt bû, îro li hember çetebûnê têkoşîn tê dayîn. Hema hema li seranserê Bagcilarê torên çeteyan hewl didin serweriya xwe ava bikin.
Destar ango du kevirên ku jiyan têre diçe û bereket jê diherike. Bi destê dayikan gelek jê tên hilberîn.
Bi hezaran çîrokên ji bajarê Kobanê hene ku ku bi şefaqa komkujiyê re bibûn yek. Yek ji wan evîna Rodî û Perwînê ye. Herduyan maleke ji hêviyê dabûn avakirin û li ser dîwar “Hêviyê me jiyan e û hezkirina ji jiyanê ye” nivîsandibûn.