ROJANE
Hemû Nûçe
-
Çalakiya rûniştinê ya li Strasboûrgê wê heta serketinê bidome
Çalakiya rûniştinê ya li Strasboûrgê bi pêşengiya TJK-E û KCD-E di 22'ê Sibatê de destpê kir, heta encamekê bi dest bixe, wê bidome. -
Encu: Dadgeha Destûra Bingehîn bêkêr û ne têrker e
Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Ferhat Encu, redkirina serlêdana Dadgeha Destûra Bingehîn ya têkîldarî Qetlîama Roboskî wek bêkêrtî nirxand, got: “Dadgeha Destûra Bingehîn bêkêr û ne têrker e.” -
Sariyildiz: Kurd li ser piyan e û li ber xwe didin
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz destnîşan kir, ku Kurd li hemberî zilma dewletê bi biryardarî li ser piyan e û li ber xwe didin. -
Şervanê YPG'ê Johnston li Melboûrne hat bîranîn
Şervanê YPG'ê yê Awûstralyayî Ashley Johnston (Bagok Serhed) li bajarê Melboûrne hat bîranîn. Di merasîma bîranînê de tevî dayika Bagok Serhed gelek kes amade bûn. -
'Reformxwazên' rejîmê li Tehranê bi ser ketin
Li Îranê, di hilbijartinên ku dengên demokratîk û mûxalîf hatin birîn de, 'reformxwazên' rejîmê li pêş in. Hema hema temamiya kursiyên ji herêma Tehranê re hatine veqetandin ketin destê alîgirên Serokkomar Hesen Rûhanî. -
Rûsya: Êrîşa li hemberî Girê Spî ji Tirkiyeyê hat kirin
Rûsyayê da xuyakirin, ku êrîşa duh a çeteyan a li hemberî Girê Spî hat kirin, ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye organîzekirin. -
Biryara DDB’ê ji bo hemû rojnamevanan emsal e
Hiqûqnasan biryara 'maf hatiye binpêkirin' a ku DDB der barê Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Cumhuriyetê û Nûnerê Enqereyê yê Cumhuriyetê Erdem Gul de dabû nirxandin û gotin wê ev biryar ji bo hemû rojnamevanan emsal e. -
Teqemeniyên DAIŞ'ê ji Tirkiyeyê tên
Derket holê, DAIŞ piraniya malzemeyên ji bo çêkirina teqemeniyan bi kar tîne, ji Tirkiyeyê peyda dike. -
AKP kuştina Kurdan qanûnî dike
Hikûmeta AKP'ê, ji bo hêzên dewletê yên li Kurdistanê komkujî kirine bi qanûnan ewle bike, ket nava tevgerê. Darizandina leşkerên li Kurdistanê sûc kirine, wê ancax bi destûra Serokwezîr û Wezîrê Parastinê karibe bê kirin. -
Prz. Olîvîer Peter: Li Kurdistanê sûcê şer tê kirin, wê bên darizandin
Pisporê Hiqûqa Navneteweyî parêzer Olîvîer Peter ê Swîsreyî da xuyakirin, ku Tirkiye li Kurdistanê sûcê şer dike û qanûnên hiqûqa navneteweyî binpê dike. -
Li Hamayê şer: 25 çeteyên DAIŞ'ê, 6 leşkerên rejîmê mirin
Çeteyên DAIŞ'ê êrîşî Hamayê kirin. Di şerê li vê derê de ji çeteyan 25, ji rejîmê jî 6 leşker mirin. -
Ji rewşenbîrên Ereb danezana li dijî Tirkiyeyê
Bi dehan rewşenbîrên Ereb danezanek weşandin û êrîşên Tirkiyeyê yên li hemberî Rojavayê Kurdistanê şermezar kirin. -
ÎMC TV li ser Hotbird'ê dest bi weşanê kir
Piştî ku Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê nivîs ji TURKSAT'ê re şand, TURKSAT'ê weşana ÎMC TV birî bû. -
Ciwan li gelek bajaran meşiyan
Li Zurîch, Frankfûrt, Wûppertal û Parîsê, bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li Kurdistanê û xwedîderketina li berxwedana xwerêveberiyê ya li Kurdistanê, meş hatin lidarxistin. -
Dewleta Tirk li Aachen û Bolzano hat şermezarkirin
Êrîşên dewleta Tirk ên ji bo qirkirina Kurdan, li bajarê Elmanya Aachen û li bajarê Îtalyla Bolzano hatin şermezarkirin. -
'Em destekê didin namzetên Die Linke Gokay Akbûlût û Hazal Rakîp'
Rêxistinên koçberên Kurdistanî û Tirkiyeyî dan xuyakirin, di hilbijartinên eyaleta Baden Wurttemberg ên 13'ê Adarê de ew destekê didin namzetên Die Linke Gokay Akbûlût û Hazal Rakîp. -
Di çalakiya rûniştinê ya Strasboûrgê de panela ‘şîdeta di nav malbatê de’ hat lidarxistin
Çalakiya rûniştinê ya bi armanca protestokirina êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê li bajarê Strasboûrg ê Fransa li ber KE, DMME tê lidarxistin, di roja 6’emîn de dewam dike. -
Kampanyaya îmzeyan: Bang li DMME, KE û NY
CDK-F kampanyaya îmzeyê da destpêkirin, ji bo Sûrê bang li DMME, KE û NY kir. -
Terora AKP'ê li Caglîarî hat şermezarkirin
Li bajarê Caglîarî yê Îtalyayê, komkujiyên AKP li Kurdistanê dike hatin şermezarkirin û berxwedana xwerêveberiyê hat silavkirin. -
Çalakiya kon a li Viyanayê di roja 6. de ye
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, çalakiya kon a li dijî komkujiyên ji aliyê AKP'ê ve tên kirin hat destpêkirin, di roja 6. de ye. -
Rûsyayê bomberdûmana xwe ya li Sûriyeyê sekinand
Piştî ku DYA û Rûsyayê li ser Sûriyeyê li hev kirin, duh nîvê şevê agirbest ket meriyetê. Rûsyayê da xuyakirin, ku di vê çarçoveyê de wan operasyonên xwe yên hewayî yên li hemberî hin herêman sekinandine. -
Desteka ji bo banga '24 saet ji bo Sûrê' zêde dibe
Desteka ji bo parlamenterên Parlamenta Ewropayê, ku ji bo rakirina dorpêçiya ev 88 roj in li ser Sûrê heye bang li Serokwezîrê Tirk Ahmet Davûtoglû kiribûn, zêde dibe. 37 parlamenterên din jî mora xwe danîn binê vê bangê. -
Agirbesta li Sûriyeyê ket meriyetê
Li gorî dema Şamê, agirbest nîvê şevê ket meriyetê. Hemû hêzên di nava vî şerî de cih digirin, bala wan li ser agirbestê ne, ku çiqasî wê bi cih were anîn. -
Parlamentera PE: Divê YE bi berpirsyarî rabe; bi PKK'ê re muzakere bê kirin
Parlametnera Parlamenta Ewropayê (PE) Bodîl Valero diyar kir, heta ku bi PKK'ê re muzakere neyê kirin û PKK ji lîsteya 'terorê' neyê derxistin, pirsgirêka Kurd bi awayekî mayînde û aştiyane çareser nabe. -
Endamên PE nameyek ji bo Sûrê ji Davûtoglû re şandin
Endamên Parlamenta Ewropayê (PE) ên ji bo dîtina rewşa Sûrê hefteya derbasbûyî li Amedê bûn û hin hevdîtin kirin, piştî ku vegeriyan welatê xwe, ji bo Sûrê ketin nava tevgerê.