Parlamentera PE Bodîl Valero diyar kir, heta ku bi PKK'ê re muzakere neyê kirin û PKK ji lîsteya 'terorê' neyê derxistin, pirsgirêka Kurd bi awayekî mayînde û aştiyane çareser nabe. Valero got, "Ji bo sekinandina şerê li dijî Kurdan û pêkhatina aştiyê, divê Yekîtiya Ewropa bi berpirsyarî rabe û 'nûnereke/î taybet' bişîne herêmê."
Parlamentera Parlamenta Ewropayê ya ji Koma Keskan a Swêdê Bodîl Valero, polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk li Kurdistanê dimeşîne û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd kar û barên divê werin kirin ji ANF'ê re nirxand.
'DIVÊ TIRKIYE BI PKK'Ê RE MUZAKEREYÊ BIKE'
Valero bal kişand ser zêdebûna şîdeta dewletê ya li Tirkiyeyê û destnîşan kir, divê Tirkiye li maseya çareseriyê vegere. Valero got, "Pêwîste bomberdûman û qedexeya derketina derve bên rakirin û veger li pêvajoya aştiyê bê kirin" û da zanîn, divê Tirkiye bi lezgînî bi PKK'ê re muzakereyê bike.
'DIVÊ PKK JI LÎSTEYA TERORÊ WERE DERXISTIN'
Valero diyar kir, heta bi PKK'ê re muzakere neyê kirin, ji pirsgirêka Kurd re ti carî çareseriyeke aştiyane û mayînde nayê dîtin û got, "Lewma, ji bo afirandina muzakereyeke rasteqîn û pêk hatina aştiyê, girîng e PKK ji lîsteya terorê were derxistin."
Parlamentera Parlamenta Ewropayê hevdîtinên aştiyê yên navbera dewleta Tirk û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibîr xist û anî ziman, hevdîtinên aştiyê yên heta sala 2015'an hatin meşandin, mîna ku di rêyeke rast de bû, dihat xuyakirin.
'PÊKANÎNÊN AKP'Ê BINPÊKIRINA MAFÊN BINGEHÎN ÊN ÎNSANÎ NE'
Valero ragihand, ji ber ku di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de HDP'ê dawî li desthilatdariya AKP û Erdogan anî, dewleta Tirk ji nû ve ket nava şerekî sivîl û da zanîn, ku rewşa li Kurdistanê gav bi gav nebaş dibe.
Valero got, "Bi qedexeya derketina derve ya li hin cihan û bi pêkanînên hêzên ewlekariyê re li herêmê mafên mirovan bi awayekî cidî tên binpêkirin" û wiha dewam kir: "Bêpar mayîna mirovan ji alîkariya tibî, hejmara zêde ya birîndaran û hiştina bedenên mirî li naverastê, min gelekî dixe nava fikaran."
'DIVÊ YEKÎTIYA EWROPA NÛNEREKÎ XWE BIŞÎNE HERÊMÊ'
Ji bo bidawîanîna şerê li kurdistanê Valero diyar kir, divê Yekîtiya Ewropa hîn bêhtir bikeve nava hewldanan û bi berpirsyarî rabe. Valero got, "Divê bi Kurdan re ji nû ve hevdîtinên aştiyê werin kirin. Her wiha ji bo dawîanîna şerê li herêmê, ji bo pêkhatina aştî û aramiyê, ji bo bicihanîna pîvanên hiqûq û edaletê li herêmê, li gorî min divê Yekîtiya Ewropa (YE) nûnereke/î xwe yê taybet bişîne herêmê."
'PÊWÎSTE TECRÎD WERE RAKIRIN'
Valero herî dawî ragihand, ku ji bo pêkhatina aştiyê li Kurdistanê, divê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tavilê were rakirin.