Dewleta Tirk li Aachen û Bolzano hat şermezarkirin
Êrîşên dewleta Tirk ên ji bo qirkirina Kurdan, li bajarê Elmanya Aachen û li bajarê Îtalyla Bolzano hatin şermezarkirin.
Êrîşên dewleta Tirk ên ji bo qirkirina Kurdan, li bajarê Elmanya Aachen û li bajarê Îtalyla Bolzano hatin şermezarkirin.
Êrîşên dewleta Tirk ên ji bo qirkirina Kurdan, li bajarê Elmanya Aachen û li bajarê Îtalyla Bolzano hatin şermezarkirin.
AACHEN
Li bajarê Elmanya Aachenê, bi pêşengiya Antîkrîegsbundnîs Aachen (Tifaqa li dijî şer-Aachen), bi tevlîbûna Çepa Elman Die Linke û Kurdistaniyan, li dijî terora AKP'ê û desteka hikûmeta Merkel ji bo vê terorê, meş û mîtîngek hat lidarxistin.
Bi qasî 300 kesên li ber Mala Gel a Kurd li hev civiyan, bi hilgirtina al û pankartan meşiyan. Di meşê de li ser komkujiyên AKP li Kurdistanê dike, belavok hatin belavkirin. Xwepêşandêrên ji nava bajêr derbas bûn dirûşmên "Kujer Erdogan", "Terorîst Tirkiye", "Merkel fînanse dike, Erdogan bombe dike" û "Bijî YPS/YPS Jin", "Bijî berxwedana Cizîrê, Sûr, Hezex û Nisêbînê" hatin qîrîn.
Çalakgeran li meydana Rathaûs a Aachenê mîtîngek lidar xist. Parlamenterên Die Linke Andrej Hûnko û Sevîm Dagdelen li vir axivîn.
Qisekeran wehşet û komkujiyên hikûmeta AKP'ê li Cizîr û tevahiya Kurdistanê dike, nirxandin. Her wiha ragihandin ku hikûmeta Merkel bi 3 mîlyar dolarên daye Erdogan re van komkujiyan fînanse dike û Ewropa bi bêdengiya xwe re bûye parçeyek ji van polîtîkayên kirêt ên şer.
Çalakî piştî daxuyaniyê bi dawî bû.
BOLZANO
Li bajarê Îtalya Bolzano jî, Kurdistanî û dostên wan ên Îtalî, berxwedana xwerêveberiyê silav kirin û komkujiyên dewleta Tirk şermezar kirin.
Girseya gel a li Pîazza Mînîcîpo ya li bajarê Bolzano li hev civiya bi qîrîna dirûşmên "Kujer Erdogan", "Kujer Tirkiye" dest bimeşê kir.
Di axaftinên li vê derê de hat ragihandin, ku divê çapemeniya Îtalya û Ewropayê çav û guhên xwe li rewşê negirin.
Meş bi tilîlî, çepik û qîrîna dirûşmeyên li dijî komkujî û êrîşan bi dawî bû.