Prz. Olîvîer Peter: Li Kurdistanê sûcê şer tê kirin, wê bên darizandin
Pisporê Hiqûqa Navneteweyî parêzer Olîvîer Peter ê Swîsreyî da xuyakirin, ku Tirkiye li Kurdistanê sûcê şer dike û qanûnên hiqûqa navneteweyî binpê dike.
Pisporê Hiqûqa Navneteweyî parêzer Olîvîer Peter ê Swîsreyî da xuyakirin, ku Tirkiye li Kurdistanê sûcê şer dike û qanûnên hiqûqa navneteweyî binpê dike.
Pisporê Hiqûqa Navneteweyî parêzer Olîvîer Peter ê Swîsreyî da xuyakirin, ku Tirkiye li Kurdistanê sûcê şer dike û qanûnên hiqûqa navneteweyî binpê dike.
Pisporê Swîsreyî polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk, komkujiyên li Kurdistanê tên kirin, helwesta Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û cihê vê yekê di hiqûqa navneteweyî de ji ANF'ê re nirxand.
'ŞER BI ÇI RENGÎ DIBE BILA BIBE, HIN PÎVAN HENE DIVÊ HER KES LI GORÎ WÊ TEVBIGERE'
Peter bal kişand ser qedexeya derketina derve ya li Bakurê Kurdistanê û şerê dewleta Tirk ê li hemberî Kurdan û got, "Şerê li Kurdistanê bi çi rengî were pênasekirin jî, divê li gorî hin pîvanên hiqûqa navneteweyî û hiqûqa navxweyî nêzîkatî bê nîşandan. Di şerê leşkerî de jî hiqûqa şer a leşkerî bi cih tê anîn. Yan jî eger weke operasyoneke li hemberî terorê tê nirxandin jî, pêwîste qanûnên mewzûata navxweyî neyên binpêkirin.
Divê mirov şer di warê teorîk de bi du rengî binirxînin. Eger ev şerekî leşkerî be, hingî têkildarî şerê leşkerî de hin pîvanên neteweyî û navneteweyî hene. Di rewşeke bi vî rengî de alî neçar in li gorî qanûnên mafên mirovan ên navneteweyî tevbigerin. Di şerê leşkerî de hin rewşên divê alî li gorî wê tevbigerin hene. Eger mirovek divê were girtin an jî hatibe girtin, ev yek tê wateya; ew kes esîrê şer e û divê nêzîkatiyek li gorî wê bê nîşandan. Şervan an jî sivîl eger di şer de birîndar bû bin, hingî divê bên tedawîkirin. Û ya herî girîng jî; şer leşkerî jî be, bi ti awayî sivîl hedef nayên girtin. Ev yek bi tenê çend xal in. Lê ev rewş di hemû şerên leşkerî de derbasdar in."
'REWŞEKE LI DIJÎ MAFÊN MIROVAN RÛ DA'
Prz. Olîvîer Peter da xuyakirin, ku hiqûq hemû mrovan bêsûc dibîne û ev nirxandin kir: "Divê mafê jiyanê yê mirovan bê ewlekirin. Çi şerekî leşkerî be, çi jî ne leşkerî be, qanûna ku îşkenceyê qedexe dike, heye. Divê jiyana taybet were parastin û hurmet ji mafê jiyanê re bê nîşandan. Mînak; bi têgihiştina 'hemû sûcdar in' re nabe ku beşeke mezin a civakê ji gelek mafan bêpar bên hiştin. Ev yek bi rengekî gelekî giran li dijî hiqûqê û li dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye."
DADGEHA CEZA YA NAVNETEWEYÎ DIBE KU BIKEVE DEWRÊ
Li ser biryarên neyînî yên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ên têkildarî serlêdanên li hemberî komkujiyên dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê dike parêzer Peter got, "Dadgeha Mirovan a Ewroayê di mijarên binpêkirina mafê jiyanê yan jî îşkence û hwd. de bi tenê dikare cezayê pereyan li welatan bibire. Ev yek dikare bi mîlyonan Euro be. Lê belê DMME di dawiya dawî de saziyeke hiqûqê ye û ti hêzeke xwe ya pêkanînê li hemberî dewletan nîne."
Peter bibîr xist, ku ji bo darizandina berpirsyaran niha sîstemeke nû heye û got, "Eger qanûnên navxsweyî berpirsyaran mehkeme nakin, hingî Dadgeha Ceza ya Navneteweyî (DCN) heye. Eger hin merc bafirin, Dadgeha Ceza ya Navneteweyî dikeve dewrê.
Li gelek deverên cîhanê, gelek sûc li hemberî sivîlan hatin kirin. Mînak Srî Lanka, Lubnan, Malî yan jî niha meseleya Sûriyeyê. Li van deran sûc li dijî sivîlan hatin kirin û têkildarî vê jî mekanîzmayek nîne. Hevsengiyên polîtîk ên gelekî tevlîhev hene. Li gorî helwestên dewletên navneteweyî, mînak Amerîka yan jî di dema pêş de Rûsya, ev dadgeh dikarin werin avakirin. Eger Amerîka niha bixwaze dikare dadgeha navneteweyî bê avakirin û sûcdar werin cezakirin."
'DIVÊ MIROV BI ÇAVÊ RIZGARKER LI DMME NENIHÊRE'
Li ser redkirina serlêdanên heta niha hatine kirin de Peter got, "Divê neyê ji bîr kirin, ku DMME organeke Yekîtiya Ewropayê ye. Organa hiqûqê ye, lê ji aliyê Konseya Ewropayê ve tê fînansekirin. Konseya Ewropa jî ji temsîla gelek dewletan pêk tê, ku yek ji van jî Tirkiye ye. Ez baş nizanim bê li wir rewş çi ye. Gelo helwesteke polîtîk heye yan jî rewşeke cezakirin an jî lêpirsînê heye. Dibe ku di mijara penaberan de, li ser peymana navbera Merkel û Erdogan de gotine, 'baş e, em ê wê di vê mijarê de mehkeme nekin'. Baş nizanim...
Dibe ku Tirkiye bi gotina "em ê deriyên xwe vekin, bi mîlyonan penaber wê bê xwe bidin Ewropayê" dike. Nayê zanîn.
Lewma nizanim bê DMME çima vê helwestê nîşan dide. Lê dikarim vê bêjim; Divê mirov bi çavê rizgarker li DMME nenihêrin."
PÊWÎSTÎ BI ZEXTEKE POLÎTÎK HEYE
Peter da xuyakirin, ku ya hin tiştan biguherîne biryara DMME nîne û axaftina xwe wiha dewam kir: "Yanî li gorî min, ji biryarên zelal ên DMME zêdetir, serdana Merkel a ji bo Tirkiyeyê girîngtir e. Eger dewletên Ewropayê helwestê biguherînin, wê DMME jî hîn bêhtir bi hêsanî di vê mijarê de helwestê nîşan bide. Ji bo vê jî pêwîstî bi zexta polîtîk heye.
QANÛNÊN HIQÛQA NAVNETEWEYÎ LI KURDISTANÊ HATIN BINPÊKIRIN
Parêzer Olîvîer Peter da zanîn, ku li gorî agahiyên heta niha hatine wergirtin, xuya ye li Kurdistanê qanûnên navneteweyî hatine binpêkirin û got, "Mixabin di vî warî de hînê gelek agahiyên kêm, agahiyên nehatine temamkirin hene. Lê belê di nava çend salan de wê ev yek veguhere dosyayeke mezin. Hingî em ê baştir eşkere bikin bê li Kurdistanê hiqûqa navneteweyî çawa hatiye binpêkirin."
BERPIRSYARIYA EXLAQÎ Û HIQÛQÎ YA NETEWEYÊN YEKBÛYÎ HEYE
Der barê berpirsyariyên Neteweyên Yekbûyî de Peter got, "Ji aliyê exlaqî û hiqûqî ve berpirsyariyeke xwe ya mezin heye. Ji bo parastina aştiyê û parastina mafên sivîlan berpirsyariyên mezin ên Neteweyên Yekbûyî hene. Lê belê li holê rewşeke zelal heye; li Kurdistanê ne aştî ne jî hurmeta ji mafên mirovan re heye.
Li şûna lêgerîna li berpirsyaran, li gorî min divê hewldanên ku berpirsyariyên van saziyan tînin bîra wan bên zêdekirin. Pêwîste timî agahî û belge ji wan re bê ragihandin, ku saziyên navneteweyî yan jî sivîl karibin zextê bikin. Xebateke di vê çarçoveyê de girîng e."