Teqemeniyên DAIŞ'ê ji Tirkiyeyê tên
Derket holê, DAIŞ piraniya malzemeyên ji bo çêkirina teqemeniyan bi kar tîne, ji Tirkiyeyê peyda dike.
Derket holê, DAIŞ piraniya malzemeyên ji bo çêkirina teqemeniyan bi kar tîne, ji Tirkiyeyê peyda dike.
Li gorî rapora lêkolînê ya ji aliyê Conflict Armament Research (CAR) ve hat amadekirin (orjînala raporê di vê lînkê de ye: http://tinyurl.com/gpcufjx), DAIŞ di amadekirina teqemeniyên bi taybetî li Iraqê tên bikaranÎn de bi hin şîrketên li Tirkiyeyê re hevkariyê dike.
Li gorî raporê, piraniya malzemeyên ne yên leşkerî ne, lê dema bi hev re tên bikaranîn dibin teqemeniyeke xurt, di ser Tirkiyeyê re digihêjin ber destê DAIŞ'ê. CAR'ê di lêkolîna xwe de tespît kir, ku 51 şîrketên ji 20 welatan, di nava vê xeleka peydakirina malzemeyên di çêkirina bombeyan de tên bikaranîn, cih digirin. 13 ji van şîrketan li Tirkiyeyê ne.
Conflict Armament Research (Yekîneya LêkoLînê ya Serbixwe-CAR) ev lêkolîn di bin sîwana Yekîtiya Ewropayê de kir. Ji bo vê lêkolînê jî di navbera Tîrmeha 2014 û Sibata 2016'an de bi hêzên milîs ên Iraqî, yekîneyên polîsan ên federal, pêşmergeyên ser bi Rêveberiya Herêma Kurdistanê, Konseya Ewlekariyê ya Herêma Kurdistanê û bi YPG'ê re hevkarî hat kirin.
Cebilxane û madeyên teqînê yên piştî şerê li Rebîa, Kerkûk, Mûsil, Tîkrît û Kobanê yên li hemberî çeteyên DAIŞ'ê li herêmê hatin dîtin, di nava raporê de hatin bicihkirin. Rapor bi giranî li ser mekanîzmaya teqemeniyên emprovîze, ku ji aliyê DAIŞ'ê ve bi awayekî endustiyel tên hilberîn hene, ku ev mekanîzma weke (Improvised Explosive Device) yanî teqemeniyên bi destan tên çêkirin, e. CAR xelekên zincîra peydakirina malzemeyên di çêkirina van teqemeniyan de tên bikaranîn şeopand. Lêkolîn kir ku ev made ji kîjan welatî tên û bi çi rengî gihaştine ber destê DAIŞ'ê.
LI TIRKIYEYÊ 13 ŞÎRKET HENE KU JI DAIŞ'Ê RE MALZEMEYAN DIŞÎNIN
Di raporê de hat ragihandin, ku şîrketên li Tirkiyeyê yên bi navê Gultaş Kîmya, 3D Lojîstîk, Marîkem Kîmyevî û Berhemên Endustriyel, Metkîm, Mert Global û Dîversey Kîmya madeyên kîmyewî, Nîtromak Dyno Nobel û Îlcî jî fitîlên teqînê ji komên pêwendiya xwe bi DAIŞ'ê re hene, firotine.
Temamiya van şîrketan navbeynkar in; yanî bi tenê malzemeyên ne yên xwe difiroşin DAIŞ'ê û jê dikirin. Piraniya malzemeyên hatine kirîn jî ji Brezîlya, Çîn, Hîndîstan, Hollanda, Romanya û Rûsya hatine kirîn. Li gorî delîlên di raporê de cih girtin, malzemeyên li nava Tirkiyeyê tên firotin, yanî yên ji derve nehatine kirîn, ji aliyê komên ser bi DAIŞ'ê ve di sînor re hatine derbaskirin.
Hes Kablo, Kablo Turk, Erîkoglû û Unal Kablo qebloyên xwe, şîrketa EKM Gubre jî malzemeyên xwe yên kîmyewî firotine şîrketên navbeynkariyê bi DAIŞ'ê re dikin yan jî firotin fîrmayên din ên bi van şîrketan re kar dikin. Hejmara şîrketên di vê zincîra peydakirina teqemeniyan ji DAIŞ'e re cih digirin, li Tirkiyeyê 13 ye. Bi vê hejmarê re Tirkiye di rêza destpêkê de cih digire.
Dîversey Kîmya peroksîta hîdrojen a ji derve kiriye, bi rêya şîrketa Dîversey Gûlf firotiye ji şîrketa Serrîeh Tradîng a navenda xwe li Başûrê Kurdistanê bajarê Hewlêrê ye. Ev şîreta Hewlêrê jî 155 fiçî ji 180 fiçiyan firot şîrketa Karwanchî Grup, 25 firot fîrma Al Safî Danone ya li Hewlêrê. Ji van yek piştre li Tîkrîtê bû malzeme ji teqemeniyên DAIŞ'ê re.
Fitîlên teqînê û ewlekariyê: Fitîlên teqînê yên piştî dorpêçiya DAIŞ'ê ya li ser Kobanê ketin destê hêzên YPG'ê, derket holê ku ji aliyê şîrketa Solar Industries a li Hîndîstanê ve tê çêkirin. Ev fitîlên teqînê ya Solar Industries ji aliyê fîrma Îlcî ya li Enqereyê hat kirîn. Fitîlên teqînê yên ji aliyê şîrketa Gulf Oil Corporation ve tên hilberîn jî, ji aliyê şîrketa Nîtromak Dyno Nobel a li Enqereyê hat kirîn.