Rûsya: Êrîşa li hemberî Girê Spî ji Tirkiyeyê hat kirin
Rûsyayê da xuyakirin, ku êrîşa duh a çeteyan a li hemberî Girê Spî hat kirin, ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye organîzekirin.
Rûsyayê da xuyakirin, ku êrîşa duh a çeteyan a li hemberî Girê Spî hat kirin, ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye organîzekirin.
Rayedarên Wezareta Parastinê ya Rûsyayê diyar kirin, êrîşa li hemberî bajarê Girê Spî ji nava sînorên Tirkiyeyê hatiye kirin.
Serokê navenda kontrolkirina agirbestê ya li baregeha Hmeymîm a li Sûriyeyê Sergey Kûralenko got, "Li gorî agahiyên gihaştin ber destê me, di şeva 27'ê Sibatê de, ji nava xaka Tirkiyeyê komên çete bi desteka topbaranê êrîş bajarê Til Ebyad ê Sûriyeyê kirine. Ev agahî hatiye kontrolkirin û Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê jî di nav de, ji aliyê gelek aliyan ve hatiye piştrastkirin."
100 ÇETE HATIBÛN KUŞTIN
Di navbera çeteyên ji nava sînorê Tirk derbasî Girê Spî bûn û şervanên YPG-QSD'ê de li 25 nuqteyan şer derketibû. Di şer de bi qasî 100 çete hatibûn kuştin. Çeteyên sax mabûn jî reviyabûn Akçakalayê (Kaniya Xezalan).
Çeteyan ji malbatekê 15 sivîl qetil kiribûn.