'Em destekê didin namzetên Die Linke Gokay Akbûlût û Hazal Rakîp'

Rêxistinên koçberên Kurdistanî û Tirkiyeyî dan xuyakirin, di hilbijartinên eyaleta Baden Wurttemberg ên 13'ê Adarê de ew destekê didin namzetên Die Linke Gokay Akbûlût û Hazal Rakîp.

Rêxistinên koçberên Kurdistanî û Tirkiyeyî dan xuyakirin, di hilbijartinên eyaleta Baden Wurttemberg ên 13'ê Adarê de ew destekê didin namzetên Die Linke Gokay Akbûlût û Hazal Rakîp.

AGÎF, ADHK, ALINTERÎ, FEDA, SYKP, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Komeleya Dijberê Qirkirina Dêrsimê daxuyaniyeke nivîskî weşandin û diyar kirin, ku ew destekê didin Gokay Akbûlût û Hazal Rakîp.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Weke saziyên şoreşger, demokrat, welatparêz û pêşverû, di hilbijartinên parlamenta eyaletê yên 13'ê Adarê de em bawer dikin Die Linke bi taybetî jî namzeta wê ya herêma 1. a Mannheîmê Gokay Akbûlût û namzeta Wîeslochê Hazal Rakîp wê me li her qadê temsîl bikin. Lewma em destekê didin van namzetên ku wê bibe dengê koçberên welatparêz, pêşverû û şoreşger."

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser girîngiya xebatên destekkirina her du namzetan û hat gotin, "Dengên ji her du hevalên me re bê dayîn wê tevkariyê li Die Linke bike ku benda ji sedî 5'an derbas bike. Die Linke ya dixwaze bendê derbas bike li benda alîkariya her kesî ye."

EZ Ê ÇAWA DENGÊ XWE BI KAR BÎNIM?

Di daxuyaniya hevpar de bersiv ji pirsa 'ez ê çawa dengê xwe bi kar bînin' re jî tê dayîn.

*Her kesê welatiyê Elman û bûye 18 salî dikare dengê xwe bi kar bîne.

*Bi pisûlaya dengan û nasnameya xwe de hûn dikarin biçin ser sindoqa nêzî mala xwe û dengê xwe bi kar bînin.

*Di pisûlaya hilbijartinê ya li ser sindoqan bê dayîn de, ji her herêma hilbijartinê wê navê namzetekê/î hebe.

*Lewma ji bo her herêmê wê namzetek cuda derkeve pêşiya me.

*Ya ku divê were kirin, namzeta/ê Die Linke bê işaretkirin. Ji ber ku kengî Die Linke benda ji sedî 5'an derbas kir, hingî wê şensê hilbijartinê yê namzetên me hebin.

...