Encu: Dadgeha Destûra Bingehîn bêkêr û ne têrker e
Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Ferhat Encu, redkirina serlêdana Dadgeha Destûra Bingehîn ya têkîldarî Qetlîama Roboskî wek bêkêrtî nirxand, got: “Dadgeha Destûra Bingehîn bêkêr û ne têrker e.”
Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Ferhat Encu, redkirina serlêdana Dadgeha Destûra Bingehîn ya têkîldarî Qetlîama Roboskî wek bêkêrtî nirxand, got: “Dadgeha Destûra Bingehîn bêkêr û ne têrker e.”
Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Ferhat Encu li hember redkirina serlêdana Dadgeha Destûra Bingehîn a têkîldarî Qetlîama Roboskî ku bi hinceta ‘kêmasiya evraqan’ red kir, bertek nîşan da. Encu diyar kir ku Dadgeha Destûra Bingehîn bi “refleksê dewleta klasîk” tevdigere, wiha got: “Dadgeha Destûra Bingehîn domahiya 2 salan dosya li refan hiştiye, dema di dosyayê de rastî kêmahiyek usûl û kêmasiyekê biçûk hat jî wek rêya rizgariyê xwe avêtê, di ber çavên dewleta faşîst de prosedura hiqûqî temam kiriye û wezîfeya xwe bi awayekî layîqî bi cih anî, serlêdan red kiriye.”
Encu bal kişand ser biryara dozgeriya leşkerî ku xwe neda ber şopandina doza komkujiya Roboskî û bibîr xist, wan bi rêya parêzerên malbatan re serlêdana şexsî li Dadgeha Detûra Bingehîn kirine. Encu ragihand, Dadgeha Destûra Bingehîn li şûna ku mafên mirovan li hemberî dewlet û desthilatdariyê biparêze, bi biryara xwe re dewlet û desthilatdarî li hemberî gel parastiye û destnîşan kir, ku pêwîstî bi nîqaşeke hiqûqî li ser biryara Dadgeha Destûra Bingehîn nîne.
Encu got, "Dadgeha Destûra Bingehîn bi qasî ku artêşê, desthilatdariyê, serokwezîr nikaribe sûcdar îlan bike bêkêr e.
Encu di dewama axaftina xwe de diyar kir, dewlet niha mîna Roboskî li Cizîr, Silopiya û Hezexê komkujiyan dike û got, "Yên komkujiyan dikin heman şexs û saxî ne. Tevî gefa komkujiyê jî em ê bêdeng nemînin. Em ê sûcên wan li ser çavên wan bixin."