Agirbesta li Sûriyeyê ket meriyetê
Li gorî dema Şamê, agirbest nîvê şevê ket meriyetê. Hemû hêzên di nava vî şerî de cih digirin, bala wan li ser agirbestê ne, ku çiqasî wê bi cih were anîn.
Li gorî dema Şamê, agirbest nîvê şevê ket meriyetê. Hemû hêzên di nava vî şerî de cih digirin, bala wan li ser agirbestê ne, ku çiqasî wê bi cih were anîn.
Li gorî dema Şamê, agirbest nîvê şevê ket meriyetê. Hemû hêzên di nava vî şerî de cih digirin, bala wan li ser agirbestê ne, ku çiqasî wê bi cih were anîn.
Ev pêvajoya ku li gorî hin kesan agirbest, li gorî hin hêzan dawîanîna li dijminatiyê û li gorî hina jî bêçalakîtî ye, li tevahiya welêt nayê wateya agirbesteke temamî. Ji bo aliyên vî şerî xwedî wateyên cuda ye.
Li Sûriyeyê beriya niha hin peymanên agirbestê ji bo hin herêman hatin morkirin. Bi van agirbestan re hat xwestin, li qadên hatine dorpêçkirin korîdora însaî were vekirin. Lê belê encam ji wan derneket.
Ev pêvajoya ji bo Sûriyeyê biryar li ser hat dayîn, DYA û Rûsyayê eleqedar dike. Pêşniyara dawîanîna li dijminatiyê, di 2'ê Sibatê de ji aliyê van her du welatan ve hat pêşniyarkirin. Li nava vê pêvajoyê DAIŞ û baskê El Qaîdeyê yê li Sûriyeyê Eniya El Nûsra nehatin bicihkirin.
Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn di daxuyaniya xwe ya li qenaleke televîzyonê de ragihand ku ji bo rejîma Şamê li gorî agirbestê tevbigere, ya ji dest bê ew ê bikin. Pûtîn da xuyakirin, ku ew hêvîdar e DYA jî wê ji bo komên çekdar ên li nava Sûriyeyê li gorî agirbestê tevbigerin, heman tiştî bike.
Hikûmeta Beşar el Esad roja Sêşemê daxuyaniyek da û diyar kir, ew banga dawîanîna li dijminatiyê qebûl bike, lê ew ê şerê li hemberî komên terorîst bidomîne.
Komîteya Muzakereyê ya Bilind a destekê ji Tirkiye û Erebîstana Siûdî digire, bi fikar e ku Şam vê biryarê weke firsendekê bibîne û bi tifaqa bi El Nûsra re li komên çekdar ên li herêma Îdlîb û Helebê bide. Komîteya Muzakereyê ya Bilind a di meha Kanûnê de li Riyadê ava bû û li ser rûyê erdê bandoreke xwe ya cidî nîne, dîsa jî agirbesta demî ya du hefteyan qebûl kir.
ASTENGIYA HERÎ MEZIN TIRKIYE YA AKP'Ê YE
Hêzên Sûriyeya Demokratîk a ji Kurd, Ereb û gelên din ên li herêmê pêk tê û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dan xuyakirin, ku ew ê li gorî peymanê tevbigerin. Lê hişyarî dan, ku eger êrîş li hemberî wan bê kirin, ew ê bersivê bidin.
Li pêşiya serketina vê agirbestê, Tirkiye weke astengiya herî mezin tê dîtin. Dewleta Tirk hînê agirbest neketibû meriyetê da xuyakirin, ku li ser pêkhatina agirbestê ew bi fikar e. Tirkiyeyê bêhtir zêdegavî kir û diyar kir, agirbest ji bo wan derbas nabe.
Ev peyman bi cih were anîn jî, ev nayê wê wateyê ku şerê li Sûriyeyê wê çareser bibe. Pêwîste hêzên mezin beriya her tiştî aliyan li dora muzakereyên nû bicivînin. Dervehiştina Kurdan di muzakereyên dawî yên li Cenevreyê de, bûbû sedem ku ti pêşketin nebe. Aktorê sereke yê sabotekirina muzakereyan jî Tirkiye bû.
Eger peyma bi cih neyê anîn, tê payîn mekanîzmayên nû bikevin dewrê. Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn di daxuyaniya xwe ya 22'ê Sibatê de diyar kir, divê du hêzên mezin DYA û Rûsya ji bo bicihanîna peymanê 'mekanîzmayeke kontrolê ya efektîf' bixin meriyetê.