Ji bo diyarkirina Parlamenta nû û Meclîsa Pisporan a lîderê olî destnîşan dike, roja Înê li Îranê hilbijartin hat kirin.
Ji 290 kursiyên li parlamentê, 30 jê ji Tehranê re hatine veqetandin. Hema hema temamiya van kursiyan ketin destê alîgirê Serokkomar Hesen Rûhanî. Eniya ku bi navê 'reformxwaz' û 'nerm' hat pêşkêşkirin, bi lîsteya 'hêviyê' tevlî hilbijartinê bû.
Serokkoma Rûhanî bi peymana nûkleerî ya bi cîhana Rojava û bi saya rejîma zextê ya navxweyî re dixwaze dawî li serdestiya mûxafazakaran a li Parlamentê û Meclîsa Pisporan bîne.
Serkêşê lîsteya mûxafazakaran Gulam Elî Hadad Adeil di hilbijartinên giştî de, di rêza 31. de ma û nehat hilbijartin.
Di nava namzetên tê gotin wê bên hilbijartin de Mûhammed Reza Arîf wê weke 'reformxwaz' hat nasandin û Alî Mûtaharî yê 'nerm' hat ragihandin, hene. Encamên dawî yên hilbijartinê hînê nehatine eşkerekirin.
Ji bo Meclîsa Pisporan a ji 88 kursiyan, ji Tehranê re 16 kursî hat veqetandin. Tê payîn, ku piraniya van kursiyan bikevin destê yên xwe 'nerm' pênase dikin.
KURDAN BOYKOT KIRIN
Hat ragihandin, rêjeya tevlîbûna li dengdayînê ji sedî 60 e. Mûxalîf di wê baweriyê de ne, ku rêjeya tevlîbûnê bi manîpulasyonê were zêdekirin.
Kurdên Rojhilatê Kurdistanê jî hilbijartin boykot kirin. Di polîtîka hundirîn de di navbera 'reformxwaz' û 'mûxafazakar' de guhertineke cidî nîne. Darvekirin, newekheviya civakî, bêedaletî, cihêkarî û şîdeta li hemberî jinê, binpêkirina mafên etnîkî û olî, binpêkirina mafên demokratîk ên Kurdan dewam dikin.