Endamên PE nameyek ji bo Sûrê ji Davûtoglû re şandin
Endamên Parlamenta Ewropayê (PE) ên ji bo dîtina rewşa Sûrê hefteya derbasbûyî li Amedê bûn û hin hevdîtin kirin, piştî ku vegeriyan welatê xwe, ji bo Sûrê ketin nava tevgerê.
Endamên Parlamenta Ewropayê (PE) ên ji bo dîtina rewşa Sûrê hefteya derbasbûyî li Amedê bûn û hin hevdîtin kirin, piştî ku vegeriyan welatê xwe, ji bo Sûrê ketin nava tevgerê.
18 parlamenterên endamên Parlamenta Ewropayê, ji bo rakirina dorpêçiya 87 roj in li ser Sûrê heye, ku wan bi xwe jî dîtin, ji Serokwzîrê Tirk Ahmet Davûtoglû re nameyek şandin. Di nameyê de hat xwestin, ku ji bo bûyereke mîna ya li Cizîrê neqewime, bi lezgînî bikevin nava tevgerê.
Endamên Parlamenta Ewropayê (PE) ên ji bo dîtina rewşa Sûrê hefteya derbasbûyî li Amedê bûn û hin hevdîtin kirin, piştî ku vegeriyan welatê xwe, ji bo Sûrê ketin nava tevgerê. Hevseroka Koma Keskan Rebecca Harms jî di nav de hin parlamenterên Parlamenta Ewropayê, nameyek ji Serokwezîrê Tirk Ahmet Davûtoglû re nivîsandin.
Nameya vekirî ya bi îmzeya 18 parlametnerên PE ji Serokwezaretiyê re hat şandin. Tê payîn ku hejmara parlamenterên mora xwe danîne binê îmzeyê, zêde bibe. Di nameyê de wiha tê gotin:
"Ji bo çareseriya aştiyane ya ji rewşa însanî ya li navçeya Amed Sûrê re banga lezgîn
Ji 11'ê Kanûan 2015'an û vir ve li navçeya dîrokî ya Amedê Sûrê derketina derve qedexe ye.
Ji ber topbaranê binesaziya li Sûrê bi giranê xera bûye. Zarokên deh salî jî di nav de, tevî ku hejmara wan bi zelalî nayê zanîn, bi birîndaran re nêzî 200 kes li jêrzemînan asê mane. Ji ber topbaranê sivîl nikarin ji malên xwe derkevin, li naverastê bedenên mirî hene.
Rayedarên Tirk dibêjin li Sûrê 131 sivîl û 25 PKK'yî hene.
Li gorî lezgîniya rewşê, em bang li rayedarên Tirk dikin ku çareseriyeke însanî ji vê krîzê re bibînin û derfetên rizgarkirina sivîlan bi taybetî jî zarokan bafirînin.
Ji bo birîndar bi awayekî ewle ji herêmê bên derxistin, em bi israr pêşniyarî we dikin ku agirbesteke ji bo 24 saetan a qedexeya derketina derve jî lê tê rawestandin, bê ragihandin.
Ji kerema xwe re nehêlin felakete însanî ya li Cizîrê ku 158 sivîlên li jêrzemînan asê man hatin qetilkirin, careke din rû bide.
Em di heman demê de bang li Nûnera Bilind a Yekîtiya Ewropayê Federîca Mogherînî û Serokdewletên Yekîtiya Ewropayê dikin, ku rewşa dramatîk a li Sûrê bi lezgînî binirxînin."
Parlamenterên Parlamenta Ewropayê yên mora xwe danîne binê nameyê ev in:
Elena Valenciano (Seroka Komîsyona Jêrîn a Mafên Mirovan, Koma Sosyalîst & Demokratan, Spanya), Michael Gahler (Komîteya Têkiliyên Derve, Partiya Gel a Ewropayê-EEP, Elmanya), Richard Howitt (Komîteya Têkiliyên Derve, Koma Sosyalîst & Demokrat, Qraliyeta Yekbûyî), Charles Tannock (Komîteya Têkiliyên Derve, Mûxafazakarên Ewropayê û Tifaqa Reformaxwazan -ECR, Qraliyeta Yekbûyî), Mark Demesmaeker (Komîteya Têkiliyên Derve, Mûxafazakarên Ewropayê û Tifaqa Reformaxwazan - ECR, Belçîka), Yana Toom (Komîteya Çandê, Tifaqa Demokratan û Lîberalan ji bo Ewropayê -ALDE, Estonya), Takis Hadjigeorgiou (Komîteya Têkiliyên Derve, Çepa Ewropayê ya Yekbûyî -GUE/NGL, Qibris), Marie-Christine Vergiat (Komîsyona Jêrîn a Mafên Mirovan, Çepa Ewropa ya Yekbûyî- GUE/NGL, Fransa), Fabio Castaldo (Komîteya Têkiliyên Derve, Koma Demokrasiya Yekser û Azadî ya Ewropa- EFDD, Îtalya), Rebecca Harms (Hevseroka Kesk/EFA, Elmanya), Bodil Valero (Komîteya Têkiliyên Derve, Koma Kesk/EFA, Swêd), Ernest Maragall (Komîteya Parlamenta Têkel a YE-Tirkiye, Koma Kesk/EFA, Spanya), Ska Keller (Komîteya Parlamenta Têkel a YE-Tirkiye, Koma Kesk/EFA, Elmanya), Josep-Maria Terricabras (Tifaqa Azadiyê ya Ewropayê- Serokê EFA, Koma Kesk/EFA, Spanya), Helga Truepel (Koma Kesk/EFA, Elmanya), Tatjana Zdanoka (Koma Kesk/EFA, Lîtvanya), Michel Reimon (Koma Kesk/EFA, Awûstûrya) û Terry Reintke (Koma Kesk/EFA, Elmanya)