Ji rewşenbîrên Ereb danezana li dijî Tirkiyeyê
Bi dehan rewşenbîrên Ereb danezanek weşandin û êrîşên Tirkiyeyê yên li hemberî Rojavayê Kurdistanê şermezar kirin.
Bi dehan rewşenbîrên Ereb danezanek weşandin û êrîşên Tirkiyeyê yên li hemberî Rojavayê Kurdistanê şermezar kirin.
Bi dehan rewşenbîrên Ereb danezanek weşandin û êrîşên Tirkiyeyê yên li hemberî Rojavayê Kurdistanê şermezar kirin. Ji berdevkên vê hewldanê rojnamevan Abdulrezaq El Hekîm diyar kir, Tirkiye naxwaze herêm aram bibe û got, "Li pişt êrîşa duh a DAIŞ'ê ya li hemberî Girê Spî, Tirkiye heye."
Bi dehan rewşenbîr, nivîskar, helbestvan û rojnamevanên Ereb li dijî êrîşa bi topan a Tirkiyeyê ya li hemberî Rojava derketin û bi navê "Em li dijî destwerdana Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê ne" hewldanek dan destpêkirin û danezanek weşandin. Di danezana bi îmzeya bi dehan rewşenbîran de rexneyên tund li Tirkiyeyê tên kirin. Ji berdevkên vê hewldanê rojnamevan Abdulrezaq El Hekîm da xuyakirin ku ew dixwazin li Sûriyeyê şer bisekine, pirsgirêk bi rêyên aştiyane û diyalogê werin çareserkirin û destnîşan kir, ku ew li dijî êrîşên Tirkiyeyê yên li hemberî Rojava ye.
Abdulrezaq El Hekîm bibîr xist, ku şerê li Sûriyeyê rê li ber mirina bi sed hezaran mirovan vekiriye û bandor li mîlyonan mirovî kiriye. El Hekîm got, "Pirsgirêkên li Sûriyeyê di encama diyaloga derdorên demokratîk bi rejîmê re dikarin çareser bibin. Ev yek jî bi misogerkirina mafê hemû derdoran dibe. Çareseriya herî rast, pêşniyara çareseriyê ya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk e. Rojava niha cihê herî ewle yê herêmê ye. Ji çeteyên DAIŞ'ê hatiye paqijkirin, mirov lê bi awayekî azad dijîn. Divê ev sîstem li tevahiya Sûriyeyê belav bibe."
'DIVÊ MAFÊ KURDAN BÊ DAYÎN'
El Hekîm da xuyakirin, ku Tirkiye ji arambûna herêmê aciz e û got, "Aramî û ewlehiya li herêmê Tirkiyeyê aciz dike. Ji ber ku hingî nikare bi hêsanî bi çeteyan re têkiliyê deyne û di rewşeke bi vî rengî ya aram de wê petrola çeteyan êdî neherike. Lewma Tirkiye li dijî herêmeke ewle derdikeve û ji bo şer bidome çi ji dest tê dike. Êrîşa DAIŞ'ê ya piştî agirbestê li hemberî Girê Spî kir, mînaka vê ya şênber e. Tirkiye naxwaze herêm bikeve destê Kurdan."
Abdulrezaq El Hekîm diyar kir, ku weke hewldan ew dixwazin li Tirkiye, Sûriye, Iraq û Îranê mafên Kurdan bên dayîn.