Sariyildiz: Kurd li ser piyan e û li ber xwe didin

Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz destnîşan kir, ku Kurd li hemberî zilma dewletê bi biryardarî li ser piyan e û li ber xwe didin.

Parlamenterê HDP'ê Sariyildiz di panelek li bajarê Elmanya Saarbruckenê de axivî, wehşeta dewleta Tirk li Kurdistanê li gelê Kurd dike û berxwedana li dijî vê wehşetê nirxand.

Panel ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Saarbruckenê ve hat organîzekirin. Parlamentera Faysal Sariyildiz bi bîranîna mirovên li Kurdistanê ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin, dest bi axaftina xwe kir.

Sariyildiz li ser komkujiya li Cizîrê agahî da û got, "Tevî hemû zor û zehmetî, wehşet, hovîtî û komkujiya lê hatiye kirin jî gelê Kurd li tevahiya Kurdistanê bi taybetî li Sûr, Cizîr û Nisêbînê bi lehengî li ber xwe dide. Kurd li dijî komkujiyan bi biryardarî li ser piyan e û li ber xwe didin. Dewleta ku nikare vê berxwedanê bişikîne, bi rêbazeke ku cihê xwe di mirovahiyê de nîne şîdetê li gel dike, wehşetê dike. Kurd çiqasî li ber xwe dide, komkujiyên dewletê jî zêde dibin."

Di dewama panelê de Parlamenter Sariyildiz bersiv da pirsên beşdaran.

...