BI DÎMEN

Ciwan li gelek bajaran meşiyan

Li Zurîch, Frankfûrt, Wûppertal û Parîsê, bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li Kurdistanê û xwedîderketina li berxwedana xwerêveberiyê ya li Kurdistanê, meş hatin lidarxistin.

Li Zurîch, Frankfûrt, Wûppertal û Parîsê, bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li Kurdistanê û xwedîderketina li berxwedana xwerêveberiyê ya li Kurdistanê, meş hatin lidarxistin.

ZURÎCH

Li bajarê Swîsre Zurîchê bi pêşengiya Ciwanên Azad, meşeke navendî ya bi dirûşma "Her der Sûr/Cizîr e, her der berxwedan e" hat lidarxisitn. Endamên Ciwanên Azad û Kurdistaniyan li meydana Rathasûsê saet di 14:00 de dest bi meşa xwe kirin û ji bo agahdarkirina raya giştî bi sedan belavok belav kirin.

Piştî meşê li meydana Helvetîa mîtîngek hat lidarxistin. Mîtîng bi dayîna daxuyaniyê û qîrîna dirûşmeyan bi dawî bû.

FRANKFÛRT

Li bajarê Elmanya Frankfûrtê bi pêşengiya Ciwanên Azad ji bo silavkirina xwerêveberiyên li Kurdistanê meş û mîtîngek hat lidarxistin.

Meşa li ber Haûptbahnhof a Frankfûrtê destpê kir, bi tevlîbûna 400 ciwanan heta meydana Romer dewam kir. Ji Frankfûrt, Gîessen, Darmstadt, Freîbûrg, Stûttgart, Heîlbronn û Russelsheîmê ciwanên Kurd beşdarî meşê bûn.

Di meşa ku bi qasî 4 kîlometreyan dewam kir de, tedbîrên tund ên polîsan bal kişand. Cara yekê polîsên Elman bi maşînên zirxî anîn vê çalakiyê.

Mîtînga li meydana Romerê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê destpê kir. Di axaftina li ser navê Ciwanên Azad de hat ragihandin, pêwîste ciwa di vê demê de hîn bêhtir bi berpirsyarî rabin û bi ruhê berxwedana bajarên Botan û tevahiya Kurdistanê li Ewropayê hîn bi aktîf tevbigerin.

Çalakî bi qîrîna dirûşma "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.

WÛPPERTAL

Li bajarê Elmanya Wûppertalê bi pêşengiya Jinên Ciwanên Azad, meşek bi tevlîbûna ciwanên li tevahiya eyaleta NRW hat lidarxistin. Di çalakiyê de êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Bakurê Kurdistanê hatin şermezarkirin.

Ciwanên danê êvarê li ber Navenda Civaka Demokratîk a Wûppertalê li hev civiyan, saet di 17:30 de bi şiyara "Bijî berxwedana Bakurê Kurdistanê" dest bi meşê kirin. Di çalakiya ku sê saetan dewam kir de komkujî û wehşeta AKP/dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê dike hat teşhîrkirin.

Çalakî piştî meşê bi kombûn û axaftinên li ber Rathaûs Galerîe bi dawî bû.

PARÎS

Li herêma Vîllîers-le-Bel a paytexta Fransa Parîsê, bi pêşengiya Ciwanên Azad bi sedan kesî li dijî komkujiyan dengê xwe bilind kirin. Tevî ku polîsên Fransayê meş qedexe kirin jî, ciwan û Kurdistanî meşiyan. Di meşa ku saet di 17:00 destpê kir de çalakgeran car carna çalakiya rûniştinê û girtina rê pêk anîn.

Meş bi qîrîna dirûşmeyan bi dawî bû.

...