Biryara DDB’ê ji bo hemû rojnamevanan emsal e

Hiqûqnasan biryara 'maf hatiye binpêkirin' a ku DDB der barê Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Cumhuriyetê û Nûnerê Enqereyê yê Cumhuriyetê Erdem Gul de dabû nirxandin û gotin wê ev biryar ji bo hemû rojnamevanan emsal e.

Hiqûqnasan biryara 'maf hatiye binpêkirin' a ku Dadgeha Destûra Bingehîn (DDB) der barê Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Cumhuriyetê û Nûnerê Enqereyê yê Cumhuriyetê Erdem Gul de dabû nirxandin û gotin wê ev biryar ji bo hemû rojnamevanan emsal e. 

Profesorê Destûra Bingehîn Îbrahîm Kaboglu, Serokê Baroyê yê berê Turgut Kazan, parêzer Ramazan Demîr û Ergîn Cînmen gotin ku Dadgeha Destûra Bingehîn (DDB) bi taybetî balê kişandinê ser azadiya çapemeniyê û divê bi vê biryara hatiye dayîn hemû rojnamevanên girtî serbest bên berdan. 

Ji ber ku Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Cumhuriyetê û Nûnerê Enqereyê yê Cumhuriyetê Erdem Gul der barê TIRên MÎT’ê ku çekan bar dikin de nûçeyek bi belge weşandibûn hatibûn girtin. DDB’ê jî der barê girtina Dundar û Gul de biryara; “Mafên ewlehî û azadiya takekesî”, “Azadiya xwe anîna ziman” û “Azadiya çapemeniyê” hatiye îhlal kirin  da ev biryar ji bo rojnamevanên din jî wê bibe emsal. Hiqûqnasan got ku wê ev biryara DDB’ê ji bo hemû rojnamevanan emsal e. Hiqûqnasan da zanîn ku karê rojnamevanan agahdarkirina raya giştî ye û anîn ziman ku divê hemû rojnamegerên girtî serbest bên berdan.

Profesorê Destûra Bingehîn Îbrahîm Kaboglu got ku ji bo ku mirov li ser biryara DDB’ê fikrên xwe baş bînê ziman divê biryara wan ya bi hincet bibîne û wiha axivî: “Divê mirov vê biryara DDB’ê zêde mezin neke. Di girtina Dundar, Gul û hemû rojnamevanan de cardin xeletiya esas ji dadgehan diqewime.”

Kaboglu destnîşan kir ku DDB’ê biryara herî rast daye û diyar kir ku DDB’ê tişteke awarte nekiriye tenê tiştê bê kirin kiriye. Kaboglu bi bîr xist ku DDB’ê di biryara girt de ne tenê binpêkirina xalên “Mafên ewlehiyê û azadiya takekesî”  der barê xalên  “Azadiya çapemenî, fikrî û xwe anîna ziman” diyar kiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê ev biryar ji bo rojnamegerên jî bibe emsal. Di vê çarçovê rojnamegerên di rewşê serî li DDB’ê bidin û serlêdana wan bêyî ku bê sekinandin ji bo wan jî biryara serbest berdanê bê dayîn.” 

Serokê Baroyê yê berê Turgut Kazan jî got ku DDB’ê biryara herî rast daye û wiha dom kir: “Hêj biryara bi hincet nehatibe daxuyandin jî biryara ku DDB’ê ya îhlal kirina mafan divê mirov dersê jê bigire. Dadger û dozger divê rîayetî vê biryara DDB’ê bikin. Ev biryar ji bo azadiya çapemeniyê biryarek emsale û divê bê rîayet kirin.”

Parêzer Ergîn Cînmen biryara DDB’ê nirxan û wiha got: “Ev biryar divê ji bo hemû rojnamevanan derbasdar be û bibe emsal. Peywira rojnamevanan agahdarkirina raya giştî ye. Karê rojnamevaniyê divê wekî sûcek neyê nirxandin. Tesbîta DDB’ê ya herî girîng sûcdariya serokkomar û dozger ku wekî “sîxur” nirxandibûn berovajî vê wekî karê rojnamevaniyê girt dest. DDB’ê bi vê biryara girt de cudahiya xwe raxist ber çavan.”

Endamê Komelaya Hiqûqnasên Azadixwaz Ramazan Demîr jî piştî biryara DDB’ê ji bo rojnamgerên ku dorpêça dewletê ya li Kurdistanê pêk kirine nûçe û ji ber parvekirinên di medyaya civakî de rojnamevanên hatine girtin ketine liv û tevgerê. Demîr destnîşan kir ku wî ji bo yek ji van rojnamegeran ku xwediyê malpera Jiyan.org ê  Hayrî Tunç serî li Dadgeha Cezayê ya Giran a 13’emîn daye û wiha axivî: “Ev biryara DDB’ê ku ji bo Dundar û Gul daya ji bo hemû rojnamegeran derbasdare. Bi vê biryara DDB’ê azadiya çapemeniyê dikeve bin ewlehiyê. Îro li Tirkiyeyê di serî de gelek rojnamevanên çapemeniya kurd û bi dehan rojnamevan girtîne. Me ji bo Hayrî Tunç serî li dadgehê da. Dema me serî lê da jî me biryara DDB’ê emsal nîşan da.”