Şervanê YPG'ê Johnston li Melboûrne hat bîranîn

Şervanê YPG'ê yê Awûstralyayî Ashley Johnston (Bagok Serhed) li bajarê Melboûrne hat bîranîn. Di merasîma bîranînê de tevî dayika Bagok Serhed gelek kes amade bûn.

Merasîma bîranînê ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Vîctorîa ve hat organîzekirin û bavê Reece Hardîng ê Awûstralyayî yê di nava refên YPG'ê de jiyana xwe ji dest da, tevlî bû.

Di bîranînê de dayika Johnston Amanda Johnston axivî û diyar kir ku kurê wê di doza ku jê bawer dikir de çû Rojava  û li wir şehîd ket. Dayika Johnston got: "Dema ku kurê min li Rojava bû ez pê re bi telefonê axivîm. Ji min re gotibû; 'Kurd mirovên herî bêhempan e. Ez bi wan re pir kêfxweşim'. Ez jî her dawî di nava vê salê de bi piştgiriya we û germahiya we min dît û jiya ku Kurd çiqasî bêhempan e."

Piştî axaftina nûnerê KNK’ê yê Awûstralyayê Mahmût Karaman, sînevziyona têkildarî têkoşîn û jiyana Johnston hat nîşandan.