BI DÎMEN

Di çalakiya rûniştinê ya Strasboûrgê de panela ‘şîdeta di nav malbatê de’ hat lidarxistin

Çalakiya rûniştinê ya bi armanca protestokirina êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê li bajarê Strasboûrg ê Fransa li ber KE, DMME tê lidarxistin, di roja 6’emîn de dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya bi armanca protestokirina êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê li bajarê Strasboûrg ê Fransa li ber Konseya Ewropa (KE), Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) tê lidarxistin, di roja 6’emîn de dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya ji aliyê TJK-E û KCD-E tê organîzekirin, bi tevlîbûna gelek Kurdistaniyên jî welatên cuda yên Ewropa ve dom dike. Di çalakiyê de her roj têkîldarî mijarekê panelek tê lidarxistin. Mijara panela îro jî şîdeta di nav malbatê de bû. Panel rastî eleqeyek mezin hat.