Kampanyaya îmzeyan: Bang li DMME, KE û NY
CDK-F kampanyaya îmzeyê da destpêkirin, ji bo Sûrê bang li DMME, KE û NY kir.
CDK-F kampanyaya îmzeyê da destpêkirin, ji bo Sûrê bang li DMME, KE û NY kir.
Civaka Demokratîk a Kurd li Fransayê (CDK-F) ji bo Sûrê dest bi kampanya îmzeyan kir.
Di kampanyayê de bang li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME), Konseya Ewropa (KE) û Neteweyên Yekbûyî (NY) tê kirin, wiha tê gotin: “Beriya dereng bikeve ji bo Sûrê bikeve nav tevgerê.”
Di danezana kampanyayê de ev îfade cih digirin: “Ji ber binpêkirinê mafên ên ku ji ber pêvajoya pevçûnî ya li Tirkiyeyê û pêkanînên qedexeyên kolanan derdixin holê, serî li Dadgeha we ya Bilind hatiye dayîn. Di serlêdanên navborî de mafê jiyanê, mafê tenduristiyê, azadiya seyahatê, mafê mulkiyetê û mafê havîrdorê mijar in. Bajarên bi deh hezaran mirov lê dijîn, heta navçeyên wek Cizîr û Sûr ên zêdetirî sed hezaran mirov lê dijîn, qedexeyên kolanan van navçeyan jî dibihure, erdnîgariyek hê mezintir û xwezayê bandor dike.”
‘BI SEDAN MIROVÎ JIYANA XWE JI DEST DA, ŞERTÊN JIYANÊ JI HOLÊ TÊ RAKIRIN’
Di danezanê de tê bibîrxistin ku di van pêkanînan de bi sedan mirovî jiyana xwe ji dest dane, bi hezaran neçarî koçkirinê mane û qadên jiyanê, bajar bi erdê re bûne yek, wiha dewam dike:
“Pêkanînên wek qirkirinê dikarin bên pênasekirin hene. Di vê pêvajoya ku hiqûqa mafên mirovan û mirovatiyê pêk nayê de êrîşên pir tund û derveyî hiqûqê li hember her daxuyaniyên aştîxwaz pêk hatine. Lê, li vî welatî aştîxwazî, daxwaza jiyanek din av aştiyê de, daxwaza demokrasiyê maf e. Yekbûyina civakî tê parçekirin, qitûpkirin û şertên jiyana hevpar ji holê tê rakirin.”
Di danezanê de ev hat gotin: “Ji bo ev zerar hê mezintir nebe û nekeve rêyek bêveger wezîfeyek mirovahiyê ya mezin dikeve ser Dadgeha we ya Bilind. Ji bo hêviya jiyanek hevpar ji nû ve şîn bibe û şexsê min jî tê de ji bo tevahî maxdûriyet bên tespîtkirin, bên telafîkirin, ez daxwaz dikim ku tevlî serlêdanên hejmarên wan nivîsî bibin.”
Lînka Kampanyayê wiha ye:
https://www.change.org/p/avrupa-konseyi-ge%C3%A7-olmadan-sende-sur-i%C3%A7in-harekete-ge%C3%A7?recruiter=4297