Terora AKP'ê li Caglîarî hat şermezarkirin
Li bajarê Caglîarî yê Îtalyayê, komkujiyên AKP li Kurdistanê dike hatin şermezarkirin û berxwedana xwerêveberiyê hat silavkirin.
Li bajarê Caglîarî yê Îtalyayê, komkujiyên AKP li Kurdistanê dike hatin şermezarkirin û berxwedana xwerêveberiyê hat silavkirin.
Li paytexta Girava Sardegna ya Îtalyayê Caglîarî, êrîşên AKP'ê yên li Bakurê Kurdistanê hatin şermerzarkirin.
Bi vê armancê, bi şiyara "Li Kurdistanê jenosîd tê kirin" meş û mîtîngek hat lidarxistin. Tevî Kurdan gelek saziyên Îtalyanî jî beşdarî çalakiyê bûn. Di meşê de dirûşmên "Bimire TC", "Bimire Erdogan", "Bijî Rêber Apo" hatin qîrîn.
Di daxuyaniya li mîtîngê de bang li raya giştî hat kirin ku li pêşberî êrîşên qirkirinê yên li Kurdistanê bêdeng nemînin û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Divê her kes wê qîrîna mirinê ji jêrzemînên li Kurdistanê bilind bû, bibihîze" û berxwedana xwerêveberiyê hat silavkirin.