Çalakiya kon a li Viyanayê di roja 6. de ye
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, çalakiya kon a li dijî komkujiyên ji aliyê AKP'ê ve tên kirin hat destpêkirin, di roja 6. de ye.
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, çalakiya kon a li dijî komkujiyên ji aliyê AKP'ê ve tên kirin hat destpêkirin, di roja 6. de ye.
Kurdên li Viyanayê dijîn, ji bo lenetkirina êrîşên AKP'ê yên li Bakurê Kurdistanê û şermezarkirina bêdengiya Ewropayê, çalakiya xwe ya li ber Parlamenta Viyana û avahiya Serokwezaretiyê didomînin.
Li ser konê li vir hatiye vedan, wêneyên ji komkujiyên li Cizîr, Silopiya, Sûr û tevahiya Kurdistanê hatin daliqandin.
Di çalakiyê de, têkildarî van komkujiyan belavokên bi zimanê Elmanî hatine amadekirin, tên belavkirin.
BI LÎSTIKÊN ŞANO, KOMKUJÎ HAT VEGOTIN
Di çarçoveya çalakiyê de li ber avahiya Serokwezaretiyê pêşandanek şano hebû. Di vê lîstika ji aliyê Teatra Potamîa ve hat lîstin de, komkujiyên dewleta Tirk li Kurdistanê dike, hat vegotin.
Tevî Kurdistaniyên ji Înnsbruck, Vorarlberg, Graz, Lînz û St. Poltenê Awûstûryayî jî destekê didin.
Di çarçoveya çalakiyê de wê îro panelek bê lidarxistin û dokûmantera li ser Şengalê were nîşandan.